Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin

Hêzên Hawarî yên bajarê Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî desteser kir û ji aliyê tîmên endezeyê ve hate bêbandorkirin. Ji aliyekî din ve kesên ne nas du ajokarên tireks û kamyon li gundewarê Hesekê qetil kirin.

Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Li Hesekê motorsîklêteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
16 mijdar, 2019   18:32
HESEKÊ

Li ser agahiyên şêniyan ku motorsîklêtekê bi guman li ser pira taxa Miftî ya bajarê Hesekê hatiye hiştin, Hêzên Hawarî bi lez çûn cihê diyar û di saet 18:45`an de motorsîklêt desteser kirin. Piştre diyar bû ku bombebarkirî ye  ji aliyê tîmên endezeyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Giştî ve hate bêbandorkirin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan ragihadin ku kesên ne nas duh êvarê du ajokarên tireks û kamyon ên ku li gundê Filehe yê Hesekê bi hev re kar dikirin bi guleyan di serê wan de qetil kirin.

(şx)

ANHA