Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan

Ciwanên Şoreşger ên Hesekê daketin qadan êrişên artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan.

Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan
Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan
Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan
Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan
Ciwanên Hesekê ji bo QSD‘ê meşiyan
16 mijdar, 2019   17:12
HESEKÊ

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê li taxa Miftî kom bûn, bi meşekê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re nîşan dan û êrişa  dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiriyê şermezar kirin.

Ciwanan alên Hêzên Sûriye Demokratîk, meşale, pankartên bi nivîsên "Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe gora Erdogan û DAIŞ`ê" rakirin û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê, Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin. Ciwanan ji taxê ber bi Navenda Çand û Hunerê ya taxa El-Salhiye ve meşiyan.

Meş li ber navendê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Sabir Hisên axivî û got: "Wek ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi tevahiya rêbazan em tev li parastina axa û gelê xwe bin. Piştgiriya hêzên xwe yên leheng bikin ên ku li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra disekinin."

Hisên wiha domand: "Em ê li hember zêdegaviya Tirkiyê yê ku axa me dagir dike, şêniyên wê dide koçberkirin û milkên wan talan dike heya dilopa xwînê ya dawîn  biseinin."

Mîtîng bi berzkirina sloganên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(şx)

ANHA