Rêxistinên hiqûqnas û saziyên êzidiyan 2 name ji NY’yê bi rê kirin

Nûnerên rêxistinên hiqûqnas û saziyên êzidiyan ên herêmî û navdewletî li gel NY’yê xwepêşandanek kir û 2 name jê re bi rê kirin. Di nameya yekemîn de, ji 11 rêxistin û saziyên hiqûqnas û mirovî yên li hundirê Sûriyê û derveyî wê dixebitin, der barê êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên, name îmze kir. Nameya duyemîn jî der heqê dûrxistina êzidiyan ji komîteya destûrê ya Sûriyê de bû ku rêxistinên êzidî yên li Sûriyê îmze kiriye.

Rêxistinên hiqûqnas û saziyên êzidiyan 2 name ji NY’yê bi rê kirin
16 mijdar, 2019   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cinêvê de nûnerên Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê û nûnerên ji Saziya Êzidiyan a şopandina binpêkirinên mafên mirovan bi nûnerê NY’yê yê mafên mirovan û Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya Serbixwe ya Sûriyê re, rûniştin.

Hevdîtin der barê xetereya gefên êrişên dewleta Tirk tevî çeteyên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin de, pêk hat. Her wiha nameyên ku tê de banga civaka navdewletî ya derxistina artêşa Tirk ji Bakurê Sûriyê dike, radestî NY’yê kirin.

Di nameyan de, tê diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Bi destpêkirina êrişên bi navê “Kaniya Aştiyê” ku bûye zêdetirî 30 roj, 146 sivîlan ji nav wan jî 7 jin û 4 zarokan di encama topbaranên bêserûber û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest da.

Nameyên rêxistin û saziyan piştrast kir ku hejmara koçberên sivîl zêdetirî 300 hezar e. Ji mal, gund, bajarok û bajarên xwe koçber bûn. Her wiha jî zêdetirî 10 hezar sivîl jî êdî bê cih mane û pêdiviyên rojane ji wan peyda nabin. Piranî jî di dibistanan de di rewşên dijwar de dijîn.

Der heqê binpêkirinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên de, di nameyê de hat eşkerekirin ku binpêkirinf û kiryarên artêşa dewleta Tirk û komên Sûriyê yên pê re êriş dikin, êdî rojane bûne. Rojek bêyî tomarkirina binpêkirinan bi mafên sivîl û milkên wan de derbas nebûne. Her wiha nameyan bal kişand ser ku civaka navdewletî bi çavên xwe şahîdê piranî binpêkirinên ku çeteyan bi xwe wêne û dîmenên wan kişandine ku sivîlan dikujin û bi cenazeyên wan dilîzin. Li aliyekî din jî piranî çeteyên ku bi artêşa dewleta Tirk re ne, bi çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst re bûn.

Di nameyan hat xuyakirin ku binpêkirinên dewleta Tirk wek dewleteke dagirker e ku li dijî hevpeymanên Cinêvê ya 4’emîn ên sala 1949’an û protokolên wê ne. Ji wê zêdetir jî sûcên şer ên li dijî mirovahiyê li gor pergala Roma ya bingehîn a Dadgeha Sûc a Navneteweyî ne.

Di naveroka nameyan de gelek bangên ji rêxistin û saziyan ku ji NY’yê dixwazin hene û wiha ne:

-Şandina çavdêr û lêpirsînên navdewletî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefa şopandina rastî û çavdêriya ji nêz ve li ser sûcên ku bi mafên şêniyên sivîl de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên cîhadîst ên girêdayî wê ji Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê, pêk tînin û belgekirina wan in.

-Şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û hilgirtina berpirsiyariya qanûnî ya wê der barê pêkanîna wê ya sûcên şer û yên mirovî de.

-Derxistina wesiyetê û rakirina raporê ji hêla NY’yê ve ji Meclisa Mafên Mirovan re der barê dosyeya sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne ku piranî ji wan dikevin bin bana sûcên li dijî mirovahî ji Meclisa Ewlehiyê re ku ew jî rêke Dadgeha Sûc a Navdewletî.

-Hewldana şandina alîkariyên mirovî ji koçberan re.

-Garantiya vegera ewle ji koçber û penaberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yên bi hejmara 300 hezar e û ew jî divê bi rêya parastin û garantiyên navdewletî bin.

-Xebata hişyarkirina dewleta Tirk der heqê domandina binpêkirina mîsaqên NY’yê de. Her wiha bang wê bidawîkirina dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û divê komên xwe yên cîhadîst ji Sûriyê derxe. Divê ev herêm jî di bin parastina navdewletî de be heta ku çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re tê dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan
Navenda Adalet û Parastina Mafên Mirovan
Rêxistina Parastina Mafên Mirovan (Maf)
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê
Desteya Yesayî ya Kurdî (DYK)
Saziya Êzidiyan a Belgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan
Komîteya Parastina Mirovên li Sûriyê (Maf)
Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Nemsayê
Rêxistina Mihabat a Parastina Mafên Mirovan
Rêxistina Kurdên Sînornenas-Parîs
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê.

Têkildarî rewşa êzidiyan nûnerên rêxistinên êzidiyan nameyek din pêşkêşî NY`yê kirin û tê de diyar kirin ku der barê dûrxistina êzidiyan ji komîteya destûrê bi erka xwe rabibe.Di vê derbarê de nûnerên komele û saziyên êzidiyan bal kişandin ser girîngiya beşdariya êzidiyan ji komîteya destûrî re, li ser vî esasî berpirsê NY`yê bersiva nûnerên êzidiyan da û piştrast kir ku êzidî xwedî çand û nasname ne û li Sûriya pêşerojê mafên wan misoger e, di heman demê îşaret bi berdewamkirina daxwazên êzidiyan di nameyê de diyar kirine, kir.

Di nameya duyemîn a ku nûnerên êzidiyan ji aliyê 11 komele û saziyên êzidiyan ve mohir kirin û paşê  pêşkêşî NY`yê kirin, diyar kirin ku niştecihên Sûriyê ji sedî 2 gelê êzidî ne û li herêmên Hesekê û Heleb dijîn.Civaka êzidî li ser xaka Sûriyê xwedî dîrok in, lê belê hikumetên destûra Sûriyê nivîsandine, îtîrafê bi hebûna olî nakin.

Nameyê diyar kir, ku tevî destûrên berê îtîraf bi mafên êzidiyan nedikir, lê belê NY`yê jî di destûra nû ya Sûriyê de gelê êzidî paşguh kir û wekî pêkhateyeke olî û neteweyî beşdarî komîteya destûrê nekirin û parastina yekitiya xaka Sûriyê nekirin.

Nameyê piştrast kir, ku gelê êzidî wekî pêkhateyeke olî, têkildarî beşdariya proseyên der barê pêşeroja dîroka xaka wan a li Sûriyê serwext in, ji ber vê yekê mafdar in ku NY`yê parastina kêmnetewan bike, lê belê aliyên peywendîdar ên rewşa Sûriyê dişopînin maf nedan pêkhateya êzidî ku di salên dawîn ên aloziya Sûriyê bi rengekî aktîftir beşdar bibin.

Nameyê diyar kir, ku baweriya bi nasnameya Sûriyê beşek ji nasnameya dîrokî ya êzidiyan e, ku domdar bi çareseriya siyasî re ne, lê belê civaka navdewletî pabendî bi daxuayniya Cinêv (1) nekir. Daxuyaniya Cinêv (1)amaje bi vê yekê dikir, divê kêmnetew piştrast bin ku dê rêz ji mafên wan re were dayîn.

Sazî û komeleyên nameya duyemîn mohr kirine ev in:

Saziya Êzidiyan a Çapemeniyê û Mafnasiyê
Yekitiya Êzidiyan a Efrînê
Mala Êzidiyên a Helebê
Mala Êzidiyan a Cizîrê
Mala Êzidiyan a Amûdê
Kombûna Êzidiyan a Sûriyê
Komeleya Kaniya Spî ya Çand û Hunera Civakî
Mala Êzidiyan a Almanyayê / Siegen
Meclisa Bilind a Êzidiyan a Almanyayê / Hanover
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê.

(fr-eh)