Independent: Paqijkirina etnîk li hember Kurdên li Sûriyê didome

Rojnameger Patrick Cockburn gotarek ji rojnemeya Independent a Brîtanî re nivîsand û diyar kir ku dewleta Tirk bi her awayî hewl dide paqijkirina etnîkî li ser Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Independent: Paqijkirina etnîk li hember Kurdên li Sûriyê didome
16 mijdar, 2019   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Patrick Cockburn got kiryarên dewleta Tirk ku asta paqijkirina etnîkî derbas kir, di rojên destpêkê yên êrişên dewleta Tirk de hatin şopandin, her wiha bi redkirineke mezin ji koçberkirina 190 hezar Kurdên li nêzî sînorê Sûriyê ya Tirkiyê.

Nivîskar wiha nivîsand: "Di dîmenan de xuya dibe ku Kurdên sivîl neçar mane koçber bibin, piştî ku gule ji aliyê Tirkiyê ve li ser wan hatin reşandin, her wiha nûçegihanên ku serdana nexweşxaneyan kirin, ragihand ku zarokên ji ber fosfora spî ku Tirkiyê di êrişên xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîn, dimirin."

Lê niha gazinên der barê hovîtiya hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê de ku navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” lê kirine, ne zelal in, kes qala wan nake, tevî ku hîna didome.

Cockburn wiha domand: "Dema ku jiyanê ji şêniyên sivîl re zehmet bikî, dibe ku rengekî xwe yê din heye, lê ji bikaranîna fosfora spî û kuştina rasterast kêmtir ecêb be."

Cockburn qala rengên din ên nerasterast ji zextkirina ser şêniyan kir ku çeteyên Tirkiyê 400 hezar kes ji ava vexwarinê qut kirin, bi rêya qedexekirina sererastkirina stasyona avê ya Elûk li nêzî bajarê Serêkaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rojnemevan wiha got: "Em dizanin ku Tirkiye zextê li Kurdan dike da ku ji Rojava derkevin, ev yek jî li Efrînê pêk hat. Pir zehmet e agahî ji Efrînê bên bidestxistin, lê tiştê di nûçeyan de derdikevin ku Kurd mal û milkên xwe ji dest didin û di bin rehma çeteyên Enqere yên ji Sûriyê de ne."

Cockburn destnîşan kir ku ev kiryar paqijkirina etnîk in û bi rêdayîna Trump ji Erdogan pêk hat, ji ber biryara yekê ya vekişandina hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rê da êrişa Tirkiyê.

(jo)