Cotkarên ji ber şewatê zirar dîtine tovên genim werdigirin

Komîteyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi belavkirina tovên genim li cotkaran kir. Cotkarên ku ji ber şewatê ziyan dîtine, tov bê pere wê bê pere werdigirin.

Cotkarên ji ber şewatê zirar dîtine tovên genim werdigirin
Cotkarên ji ber şewatê zirar dîtine tovên genim werdigirin
16 mijdar, 2019   15:10
EYN ÎSA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya komîteyên çandinî yên heft rêveberiyê xweser û sivîl xwest ku tovên mewsima zivistanê bi nirxên guncew li cotkaran belav bikin û yên ku ji ber şewatan zirar dîtine bê pere li wan belav bike.

Tevahî navendên çandiyê yên girêdayî Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi belavkirina tovên genim li cotkaran kir kir. Her kîloyek bi 180 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Ev buha li gorî sûka reş  kêmtir e, ku her kîloyekê bi zêdetirî 200 lîreyên Sûriyê  tê firotin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî Selman Barûdo ji ajansa me re diyar kir ku Rêveberiya Xweser wê bi destpêkirina zivistanê re tov bê pere  li kesên ji ber şewata zeviyan ziyan dîtine belav bike.

Li gorî Rêveberiya Xweser rûbera zeviyên çandiniyê yên ku hatin şewitandin 435 hezar û 50 donim ji genim û ceh yên ku vedigerin 6 hezar û 36 cotkaran.

Hevserokê Desteya Çandinî û Aborî di daxuyaniyên berê de gotibû ji bo cotkarên ji ber şewatê ziyan dîtine pê pere, û li gorî plansaziya ku komîteyên çandiniyê diyar kiriye be. Ji bo her donimek zeviyên bejî re dê 10 heya 15 kg û 30 heya 40 kg ji bo her donimek zeviyên avî be.

Navendên çandiniyê yên herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine li Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriyê ve hatin talankirin. Rêveberiya Xweser genim di wan navendan de depo kiribû da ku piştre li aş û bankên çandiniyê belav bike.

(şx)

ANHA