Dayik û hevjînên şehîdan: Em dev ji parastina yekitiya xaka Sûriyê bernadin

Dayik û hevjînên şehîdan ên herêma Efrînê got dewleta Tirk a dagirker naxwaze pêkhateyên gelê Sûriyê jiyaneke azad û birûmet ku tê de hevparî û biratiya gelan hebe, bidomînin û piştrast kir ku metodên xwe yên parastina yekitiya xaka Sûriyê û rizgarkirina wê ji dagirkeriyê bernadin.

Dayik û hevjînên şehîdan: Em dev ji parastina yekitiya xaka Sûriyê bernadin
Dayik û hevjînên şehîdan: Em dev ji parastina yekitiya xaka Sûriyê bernadin
16 mijdar, 2019   12:41
ŞEHBA

Dayik, hevjîn, xwişk û birayên şehîdan ên herêma Efrînê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê kirin ku bi berpirsyariya xwe der barê şêniyên Sûriyê û parastina wan ji planên dewleta Tirk ên hebûn û dîroka wan hedef digire, rabin.

Bi sedan hevjîn, dayik, bira û xwişkên şehîdan û endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li pêş Navenda Çand û Hunerê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn. Her wiha alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîd û birîndarên şer û pankartên "Avakirina baregehên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, parçekirina xaka Sûriyê ye" hildan.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama Meclis Malbatên Şehîdan Zekiya Îsmaîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha gel di karesateke mirovî re bi sedema pêkanîna dewleta Tirk a dagirker û faşîst a şerê derexlaqî û bikaranîna tevahî çekên pêşketî û qedexekirî weke fosfora spî li dijî jin û zarokan bê cudahî, derbas dibe.

Faşîzma Tirk gel bi hemû cure û rêbazên hovane îşkence dike. Her wiha kuştinên meydanî bi mafên sivîlan de bi taybet bi mafên jinên azad de mîna Hevrîn Xelef pêk tîne. Li aliyekî din jî bi hezaran sivîl li pêş çavên tevahî cîhanî koçber kir û demografiya herêmê bi hinceta avakirina herêma ewle guhart.

Em tevahî û cîhan jî di heman demê de dizanin ku armanca dewleta Tirk vejandina berjewendiyên mezinên Osmaniyan, dizîn û talankirina milk û dîroka me ye.

Ev dagirker û Erdoganê faşîst bi hemû hêza xwe hewl didin mirovahiyê têk bibin. Ew naxwaze pêkhate bi hev re jiyaneke azad ku tê de hevparî û biratiya gelan hebe, jiyan bikin. Ji lew piştevaniya terorîstên sûrî, îxanet û çeteyên ku li dijî gelê Sûriyê bûne yek û piştgiriya DAIŞ’ê dike. Da ku projeya biratiya gelan têk bibe. Zihniyeta vî dîktatorî li dijî azadî, demokrasî û aştiyê ye û xebata derbkirina ewlehî û aramiyê dike.

Em xizmên şehîdan ji dayik, hevjîn, bira û xweşk ên ku li kantona Şehbayê, dev ji rêgezên xwe yên parastina xaka Sûriyê, yekitî û rizgarkirina wê ji her mêtîngerekî bernadin.

Her wiha ji gelê xwe re piştrast dikin ku şopdarê armancên xwe û yên şehîdên xwe ne û her wiha soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan ên jiyana azad û rûmet, didin.

Ji lew re, der heqê vê xwepêşandanê de, em wek jinên li kantona Şehbayê û ji tevahî pêkhateyan bê dudilî ku şehîdên pîroz di oxira welat û gelê azad de daye, bi seknekê li kêlek şêniyên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Efrîn, Şehba û tevahî xaka Sûriyê ya dagirkirî, şermezar dikin. Her wiha jî komploya navdewletî ya krêt a bi mafên gelên Sûriyê ya ku nûnertiya vîna gelan nake, şermezar dikin û bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û Meclisa Ewlehiyê dikin ku bi berpirsiyariya xwe der barê parastina şêniyên Sûriyê ji planên dewleta Tirk ên hedefgirtina hebûn û dîroka me, rabin.

Bijî Berxwedana Rûmetê, serkeftin a vîna gelan e, serkeftin a vîna jinên azad e, şehîd namirin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA