Xerîb Hiso: Dewleta Tirk hewl dide komkujiyên li dijî gelê herêmê dubare bike

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di merasîma oxirkirina 3 şehîdan de li bajarê Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide komkujiyên xwe li dijî gelê herêmê dubare bike û êrişên niha li ser Til Temirê jî nîşana vê yekê ne.

16 mijdar, 2019   12:37
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên QSD`ê Edê Ebas (Îvan Himsî), Xalif Xelef (Zinar Qamişlo) ku di 11’ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê di bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, her wiha cenazeyê sivîlê bi navê Amir Elî ku di 11`ê Mijdarê de di encama teqîna li bajarê Qamişlo de birîndar bû û di 13`ê Mijdarê de gihaşt asta şehadetê, oxir kirin.

Cenazeyên her 3 şehîdan bi kulîlkan hatin xemilandin û ji aliyê bi hezaran ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin pêşwazîkirin.

‘Kiryarên artêşa Tirk li dijî nirx û rêgezên mirovahiyê ne’

Merasîma oxirkirina her sê şehîdan bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got êrişên artêşa Tirk ne kiryareke nû ne û tiştên ku pêk tîne, dûrî nirx û pîvanên mirovahiyê û exlaq in.

Xerîb Hiso bêdengiya civaka navdewletî der barê êrişên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Civaka navdewletî û hêzên cîhanî der barê êrişên artêşa Tirk de tu helwesteke cidî nîşan neda. Ji ber vê yekê civaka navdewletî deyndarê gelên herêmê ye, ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hovanetrîn rêxistinên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, li ber xwe dan.”

Xerîb Hiso got dewleta Tirk hewl dide komkujiyên xwe li dijî gelê herêmê dubare bike, îsbata vê yekê êrişên niha li ser navçeya Til Temrê ne û wiha pê de çû: “Osmaniyan li dijî gelê Ermen de komkujî pêk anîn û niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Ermen li Til Temirê qir bike.”

Piştî Xerîb Hiso axaftina xwe bi dawî kir, wesîqetên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha nasnameyên şehîd Heqî Ehmed (Hesen Qamişlo) ku di 11`ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê şehîd bûye û şehîd Suha Hemê (Zinarîn Amûdê) ku di 11`ê Mijdarê de li derdora Serêkaniyê şehîd bûbû, eşkere kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd Îvan Himsî û Zinar Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl hatin oxirkirin û şehîd Amir Elî li goristana şehîdên sivîl a li taxa Meyselûn a rojhilatê bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

(eh)

ANHA