Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê didome

Bazirganên bajarê Hesekê daxwaz ji gel kir ku bi hev re kelûpelên Tirkiyê boykot bikin û êrişên Tirkiyê têk bibin û nehêlin armancên xwe pêk bîne.

Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê didome
Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê didome
Boykotkirina kelûpelên Tirkiyê didome
16 mijdar, 2019   11:40
HESEKÊ

Odeya Bazirganan a Hesekê der barê boykotkirina kelûpelên Tirkiyê de daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, di daxuyaniyê de bi dehan bazirganên bajêr amade bûn.

Daxuyanî li sûka El-Hal a li taxa Mişêrfê ji aliyê hevserokê Odeya Bazirganan a Kantona Hesekê Omer Ebdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di demekê de ku êrişên Tirkiyê ji bo têkbirina tecrubeya me ya demokratîk û dagirkirina xaka me û kuştina gelê me didomin, dengên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bilind bû. Divê em hemû rastiyê bizanin ku pereyên pir ku li şûna wê ev kel û pel bi kar tên, ji aboriya Tirkiyê re dibe alîkar.

Em wek odeya baziganan a Hesekê ji gelê xwe re dibêjin ku em bi hev re vê hemleyê bi hêz bikin û dagirkeriya Tirkiyê têk bibin."

Di dawiyê de bazirganan hin kelûpelên Tirkiyê yên li gel xwe şewitandin.

(jo)

ANHA