El-Ereb News: Baregeha Rûsyayê ya nû ya li Qamişlo name ye, lê ji kê re?

Rojnameya ‘El-Ereb News’ a Siûdiyê gotarek belav kir, tê de behsa guhartinên dramatîk li Bakurê Sûriyê kir ku niha nirxandinên girîng ên stratejîk ji baregeha Rûsyayê ya nû li bajarê Qamişlo a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, her wiha pirsa eger mebesta nameya Moskovê ji Enqereyê re be

El-Ereb News: Baregeha Rûsyayê ya nû ya li Qamişlo name ye, lê ji kê re?
16 mijdar, 2019   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rojnameya El-Ereb News diyar kir ku baregehên Rûsyayê li Qirim, Ermenistan, Tertûs û Himêmîmê hene. Her wiha li Qamişlo jî heye ku Kurd lê dijîn, ev yek jî tê wateya ku niha li gel Rûsyayê komek baregehên derdora Tirkiyê hene.

Oytun Orhan koordînatorê lêkolînên Sûrî li navenda lêkolînan ORSAM ku navenda wê li Enqere ye, got gava Rûsyayê girîng e ji Enqere û Washingtonê re, ev yek piştî kêmî mehekê ji vekişandina hêzên Amerîkayê ji hin parçeyên Sûriyê pêk hat.

Rojname destnîşan dike ku di vê baregeha nû de, Rûsya gavekê ber bi aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve diavêje.

Orhan got herêma Qamişlo di aliyê demografiya wê de pir stratejîk e û diyar kir ku ew nêzî navendên petrolê û gazê û rêya sereke di navbera Iraq û Sûriyê de ye.

Dê Rûsya baregeha nû bi kar bîne, da ku helîkopterên leşkerî tê de bi cih bibin. Dê parastinê bi rêya sîstema moşekan, balafirên leşkerî û şer peyda bike. Her wiha dê alîkariya Rûsyayê di parastina endamên polîsên leşkerî yên li ser sînorê Sûriye û Rûsya dixebitin, bike.

Orhan da zanîn ku fermandariya Rûsyayê baregeha Qamişlo wê ji bo valatiya vekişandina hêzên Amerîkayê tijî bike û hebûna xwe li aliyê rojhilat bi cih bike, bi kar bîne.

Her wiha Orhan dibîne ku baregeh dê nameya ji Tirkiyê û DYA`yê re be, tevî kontrolkirina qada asmanî li herêmê.

Li gorî rojnameyê Enqere bi du awayan li pêngava dawî ya Rûsiyayê dinêre, yek bandorê li desthilata wê ya herêmê dike, yek jî ew diyariyeke ji bo hewldanên têkbirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Rojname wiha dibêje: "Eger gava Moskovê di parastina YPG`ê de bi dawî bibe, bi zanebûn an bê zanebûn, helbet dê Enqere aciz bibe."

Orhan got: "Ev gav tê wateya ku Qamişlo ne armanca rewa ji Enqere ye, dibe ku çavkaniya fikarê ji Tirkiyê re be jî. Lê ji aliyekî din ve eger rejîma Sûriyê û Rûsya vir kontrol dikin, dibe ku ev firset ji bo bêhêzkirina YPG`ê be. Ev hemû li ser Moskovê disekine."

Her wiha Nawar Şeban, şîrovekarê leşkerî di navenda Omran a lîkolînên stratejîk li Stenbolê got ku eger armanc ji vê gavê derxistina hêza Moskovê ye, dê komar bê hedefgirtin ne Washington.

Rojnameyê wiha domand: "Nabe ku ev baregeh wek pêşbirkekê ji DYA`yê re bê xwendin. Tu niyetên Amerîkayê ji bo belavkirina hêzên xwe li bajaran tune ye. Ew balê dikişînin ser navçeyan. Rûs ên ku li gel wan amûrên leşkerî hene ku tu pirsgirêkan ji wan re dernaxin."

 Li gorî Şeban, dibe ku baregeh ji bo hêsankirina dewriyeyên hevbeş yên Tirkiye û Rûsyayê yên di 2`ê Mijadarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirine, were bikaranîn.

Şeban wiha got: "Tevî hin îdiayan jî, ez bawer nakim ku ev (hewldaneke) kontrolkirina giştî herêmê ye, ji ber ku pêwîstiya Rûsyayê bi (pêşandana vê şanoyê) tune ye. Wek tê xuyakirin, ev çarçove li gorî hevpeymanên navdewletî yên sînordar tê birêvebirin û tu eleqeya xwe bi desthilata hin welatan tune ye.”

Dema ev gav li gorî nêrîneke Rûsî tê analîzkirin, analîzvanê têkiliyên Rûsya-Tirkiyê Dr.Kerîm Haşim ê li Moskovê dimîne diyar kir ku ew texmîn dike ku biryara Moskovê ya avakirina baregeheke helîkopteran li Qamişlo ji bo bandora Rûsyayê li herêmê, armancên xwe yên demdirêj hene.

Destpêkê, baregeha Qamişlo tê wateya hebûna baregeheke hewayî ya Rûsî ya daîm li Sûriyeyê di pêşeroja nêzîk de, ji ber cihê Qamişlo yê stratejîk ê girîng ê nêzîkî Tirkiye û Iraqê. Haşim ji rojnameyê re wiha got: "Dibe ku Rûsya ji çavdêriya qada hewayî ya Sûriye-Iraqê, sûd werbigre."

Haşim bal kişand ku artêşa Rûsyayê li derveyî baregeha Himêmîm sala 2015 dest bi kar kir, tevî ku peymana bi Şamê re ya bikaranîna balafirgeha Himêmîm wek baregeheke leşkerî ya daîm piştî 18 mehan çêbû. Rewşa li Qamişlo xuya dike jî, dişibe vê.

Li gorî Haşim, kontrolkirina Rûsya yêli ser baregehê dibe ku eleqedariya wê di doza kurdî de jî zêde bike. Haşim wiha berdewam kir: "Dûrxistina Qamişlo ji herêmên dewriyeyên bejahî yên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê li ser xeta sînor li gorî peymana Soçî ya Pûtîn û Erdogan, ne tesadûf e. Baregeheke hewayî ya Rûsyayê li Qamişlo berî her tiştî dê çênebûna şerekî muhtemel di navbera Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Tirkiyê de her wiha di navbera her du artêşên Sûriye û Tirkiyê de, armanc bike.

Putin piştî lûtkeya Brêks roja pêncşemê li Brezîlyayê, di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re daxwaza Rûsyayê ya çareserkirina pirsgirêkên li bajarê Idlibê yê Sûriyê û li ser dirêjahiya rojhilatê çemê Firatê û başûrê rojhilatê herêma Tenefê, tekez kiribû.

(ekîb)