TEV-DEM: Tirkiye dosyaya penaberan keysbaz dike

TEV-DEM’ê ragihand ku dewleta Tirk dosyaya penaberên ji Sûriyê ji bo rewabûna dagirkirina herêman bi kar tîne û bang li NY û rêxistinên mafnas kir ku li gorî hevpeymanên navdewletî, mafnasî tev bigerin û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

TEV-DEM: Tirkiye dosyaya penaberan keysbaz dike
16 mijdar, 2019   10:34
QAMIŞLO

Îro Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şaxê navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda tevgerê ya navçeyê daxuyaniyek têkildarî keysbazkirina dewleta Tirk ji dosyaya penaberên li Sûriyê, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk wiha ye:

"Ji 9’Ê Cotmeha 2019`an ve dewleta Tirk bi îdiayên herêma ewle êrişî xaka Sûriyê dike, lê belê armanca êrişên dewleta Tirk guhartina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tevî ku ev herêm ji ewletirîn herêmên Sûriyê ne. Êdî diyar e ku dewleta Tirk dosya penaberên Sûriyê ji bo fîşarê li ser dewletên Ewropayê bike bi kar tîne û bi vê yekê xaka Sûriyê zêdetir dagir bike.

Li ser vî esasî em bang li NY`yê û rêxistinên mafnasî dikin, ku bi erka xwe ya qanûnî, mafnasî û mirovî rabin, da ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, hesabên binpêkirina nirx û yasayên navdewletî ji dewleta Tirk bixwazin û dagirkirina xaka Sûriyê bisekinînin.”

(eh)

ANHA