QSD: Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê di roja 38’an de jî dewam kir

QSD’ê encamên şer û Berxwedana Rûmetê ya roja 38’an eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an de artêşa Tirk û çeteyên wê gelek herêm bombebaran kirine û 2 şervanên wan jî şehîd bûne.

QSD: Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê di roja 38’an de jî dewam kir
16 mijdar, 2019   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer û Bexwedana Rûmetê ya roja 38’emîn eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an de jî êrişan berdewam kiriye, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek herêm bombebaran kirine û her wiha 2 şervanên wan şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye :

“Artêşa dagirker û komên çete bi hemû cure çekên giran û balafirên bêmirov li seranserê xeta eniyê êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin.

Til Temir

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Ing El-Hewa, Mehmûdiyê, Qasimiyê û Rihaniyê bi çekên giran, tank, top û balafirên bêmirov êrîş birin ser herêmên sîvîl û xwestin qadên nû dagir bikin. Komên çete bi obus û hewanan êrişî çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir, her wiha bi balafirên bêmirov herêm bombebaran kirin.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve, bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîş birin ser bendên kontrolê yên li ser rêya M4 a navdewletî, gundên Tîna û Qizalî. Artêşa dagirker dîsa ev herêm bi balafirên bêmirov bombebaran kir.

Bi giştî di êrişên artêşa dagirker de 2 hevalên me şehîd ketin.”