Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şehîdan eşkere kirin

Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şehîdên xwe ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Aşûriyan li gundewarên Til Temirê de şehîd bûnê, eşkere kirin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şehîdan eşkere kirin
15 mijdar, 2019   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek ji raya giştî re li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir, tê de nasnameyên 5 şehîdên ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Aşûriyan li Hud El-Xabûr şehîd bûne, ragihandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şervanên xwe radigihîne (nasnameya şervanekî Seîd Ebdellah (Asro Hesekê) berê ragihandibû) îro jî nasnameyên 4 şervanan ku di şerê parastina herêma Til Temir û gundên El-Xabûr li Bakurê Sûriyê de radigihîne."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav: Seîd Ebdellah
Navê tevgerî: Asro Hesekê

..

Nav: Enes Temî
Navê tevgerî: Lûeyî

..

Nav: Mûaz El-Salih
Navê tevgerî: Cûdî

..

Nav: Mihemed El-Omer
Navê tevgerî: Aryo

..

Nav: Hemze El-Mûsa
Navê tevgerî: Sabro

(jo)

ANHA