Li Reqayê bi sedan ciwan beşdarî Erka Xweparastinê bûn

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, îro li Reqayê Akademiya Erka Xweparastinê ya Şehîd Ehmed Elî ku bi armanca xurtkirina rêxistina parastin û xweparastinê hatiye vekirin, dewreya xwe ya sêyemîn vekir. Ciwanên bajarê Reqayê beşdarî dewreyê bûn û navê şehîd Mihemed Elî Heso li dewreyê hate kirin.

Li Reqayê bi sedan ciwan beşdarî Erka Xweparastinê bûn
13 mijdar, 2019   13:07
REQA

Dewre ji sedan şervanên ji herêmên cuda yên Reqayê pêk tê û beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê bûn. Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Reqayê beşdarî merasîma vekirina dewreyê bûn.

Destpêka merasîmê şervanan deqeyekê rêz girt, paşê li ser navê Buroya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, hevseroka buroyê Semîra Ehmed axivî û beşdariya şervanan pîroz kir. Semîra wiha got: “Hêzên Erka Xweparastinê dê li gel QSD`ê parastina herêmê bikin, di gel ku erka xweparastinê erkeke neteweyî, exlaqî û mirovî ye û dikeve ser milkê her kesî.”

Di dawiya merasîma vekirina dewreyê de şervanan sonda leşkerî xwar.

Şehîd Mihemed Hiso ku dewre li ser navê wî hate vekirin, di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

 (eh)