Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re

Bi dirûşma "Na ji peyman û girêbestên der barê bazariya bi xwîna ciwanên me re" bi sedan şêniyên bajarê Minbicê meşeke girseyî ya redkirina peyman, girêbest û komployên li dijî gelê Sûriyê pêk tên, li dar xist.

Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji peymanên ku xwîna ciwanên me dikin bazariyê re
13 mijdar, 2019   13:37
MINBIC

Xwepêşandêran di meşê de pankartên "Birêz Trump nebe hevparê şerê qirkirina gelê me", "Em der barê hedefgirtina pêşeroja xwe de, ne qebûl dikin û ne jî radest dibin" û " Dê li hember her peymanek ku hebûn, rûmet û nasnameya me bike hedef, derkevin", alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jinan û wêneyên şehîdan hildan.

Meşê ji Çerxerêya El-Mîzan a rojavayê bajêr dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Meseb a bakurê bajêr ve çû û li wir vegerî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad Mûsa axivî û wiha got: "Îro li vir tevahî peyman û komployên li dijî gelê me red dikin, terora dewleta Tirk a ku xaka me dagir dike ji sûc û kuştinên ku bi mafên gel de pêk tîne jî qebûl nakin."

Îmad wiha lê zêde kir: "Em ji Erdogan re dibêjin ku dê ev gel li dijî berjewendiyên wê bi der bikeve. Dê gel hemû planên wî yên dagirkirina xakê têk bibe û li hember êrişên wî bisekine."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê endamê Dîwana Meclisa Qanûnsaz Cuma Heyder axivî û wiha anî ziman: "Em îro li vir in ku tevahî cureyên dagirkirin û siyasetên wêrankirin û kuştinê ku Erdogan û çeteyên wî pêk tîne, red bikin û qebûl nakin."

Li aliyekî din jî bi navê Meclisa Jinan endama meclisê Neqşiya Xelîl wiha da zanîn: "Tevahî komplo û peyamnên der barê hedefgirtina gelê me de pêk tên, şermezar û red dikin û aliyekî jî ku pêşeroja welatê me li şûna me diyar bike, qebûl nakin. Her wiha her peymanek ku gefan li hebûnf û rûmeta me dixwe, dê li hemberê derkevin."

Neqşiya Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Nameya ji birêz Trump re ew e ku nebe hevparê komkujî û zilma ku li dijî gel û xaka me pêk tên."

Neqşiya wiha bi dawî kir: "Em wek jin tevahî peyman û komployên ku hebûn û pêşeroja me dixin xeteriyê red dikin û dê bi yek destî bi tevahî jinên Sûriyê re weke kevirekî bihêz li hemberê bisekinin."

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(fr)

ANHA