Îsraîlê fermandarekî Tevgera Cîhadî ya Filistînê li Sûriyê kuşt

"Tevgera Cîhadî ya Îslamî" ya Filistînê ragihand ku balafirên Îsraîlê fermandarekî tevgerê Ekrem El-Ecûrî li paytexta Sûriyê Şamê kir hedef.

Îsraîlê fermandarekî Tevgera Cîhadî ya Filistînê li Sûriyê kuşt
12 mijdar, 2019   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Sûriyê Sanayê ragihandibû ku di encama hedefgirtina bi moşekan a avahiyeke nêzî sefaretxaneya Lubnanê ya li Dariye li paytexa Sûriyê Şamê de, 2 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Ev yek piştî çend saetan ji ragihandina Îsraîlê ku yek ji fermandarên "Seraya El-Quds" milê leşkerî yê Tevgera Cîhadî li Xezayê Beha Ebû Eta hate kuştin, pêk hat. Her wiha di topbarana li ser mala Ebû Eta ya li taxa El-Şucaiye ya rojhilatê bajarê Xezayê de hat kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînî “Wefa” di encama topbaranê de Beha Ebû Eta û welatiyekî din hatin kuştin, her wiha çend kesên din jî birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya bajêr.

Îsraîl Ebû Eta tawanbar dike ku destê wî di operasyon, hewldnanên hedefgirtina Îsraîlê û leşkerên artêşa Îsraîlê bi rêyên cuda û ji wan avêtina moşekan û suîqastkirinê de heye.

(bx)