Xabûr Akad: Em li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker destgirtî namînin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryan Xabûr Akad diyar kir ku pêkhateyên herêmê nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî DAIŞ û Cebheta El-Nusra komkujiyan li ser wan dubare bikin û got "Em ê ax û herêmên xwe heya nefesa dawîn biparêzin."

Xabûr Akad: Em li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker destgirtî namînin
12 mijdar, 2019   06:55
HESEKÊ-BESIL REŞÎD-CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Her wiha bi dijwarî êrişî gundên navçeya Til Temirê yên ku Suryan û Ermen tê de dimînin, dike. Di 1915`an de Dewleta Osmanî li ser gelê Ermen “Komkujiya Sêfo" pêk anî. Her wiha “Komkujiya Sîmêl” li Iraqê di 1917`an de û komkujiya çeteyên DAIŞ`ê li gundên navçeya Til Temirê di 2015`an de.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan di çarçoveya mafê parastina rewa de bi lehengî li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê yên ku dixwazin gelên herêmê qir bikin û koçber bikin, li ser gundên Asurî yên Xabûr û gundewarên Til Temirê disekinin.

Girêdayî mijarê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryan a navçeya Til Temirê Xabûr Akad ji ajansa me re axivî û bang li civaka navdewletî kir ku bi lez mudaxele bike û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

`Berxwedana li rex QSD`ê erka me ye`

Akad got: "Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, em li eniyên pêşîn ên Xabûrê li navçeya Til Temirê bûn. Ji bo ku pêkhateyên herêmê bi taybet Asur, Kildan, Suryan û gundên wan biparêzin. "

Akad diyar kir ku berxwedana wan li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya mafê parastina rewa de wek pêkhateyên herêmê erkek e ji wan tê xwestin û wiha domand: "Ji erka me ye em li rex Hêzên Sûriya Demokratîk bisekinin û em di nav vê hêzê de bin ji bo ku herêmên xwe li Xabûrê yên girêdayî navçeya Til Temirê û pêkhateyên wê biparêzin."

`Em ê axa xwe heya nefesa dawîn biparêzin`

Xabûr Akad diyar kir ku ew nahêlin û rê nadin dewleta Tirk ku komkujiyên li ser wan bi rêya êrişên xwe yên li ser herêmê û binpêkirinên ku der heqê sivîlan de dikin ji kuştin û talankirinê dubare bikin.

Akad wiha domand: "Em ê li hember tevahiya êrişan bisekinin. Em li hember êrişên berberî li dijî herêmên me bê deng namînin. Em ê heta nefesa dawîn axa xwe biparêzin."

Di dawiyê de Xabûr Akad bang li civaka navdewletî kir ku bi lez mudaxele bikin û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin. Koçberiya şêniyên resen rawestinîn û rê li pêşiya pêkanîna komkujiyan li ser wan bigirin.

(şx)

ANHA