`Em dan koçberkirin lê kesek nikare dîroka me înkar bike’

‘‘Êrişî me kirin, dunya li serê me hilweşand, biçûk berî mezinan qetil kirin û em dan koçberkirin. Lê ev axa bav û kalan ne, kesek nikare dîroka me înkar bike." Bi van gotinan jina temenmezin Zimurude ya ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de koçber bûye, rewşa xwe diwesfîne.

`Em dan koçberkirin lê kesek nikare dîroka me înkar bike’
12 mijdar, 2019   06:50
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-ŞÎNDA EKREM

Bi sed hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê û Girê Spî di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de ya ku ji 9`ê Cotmehê ve koçber bûn. Êriş bû sedama gelek êşên şêniyan. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker malên wan wêran kirin, çeteyan malên wan talan kirin û komkujî der heqê wan de pêk anîne, şênî êdî bûne koçber û ji her tiştî mehrûm bûne.

Li gorî  serjimariyên fermî zêdetirî 300 hezar ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne.

Serpêhatiyên koçberan cuda ne. Hinek ji wan bûne şahidê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û hinek din jî xizmên xwe di êrişan de winda kirine. Kêliyên êrişê û koçberiyê êdî bûye beşek nayê parçekirin ji jiyana şêniyan.

Zimurud Rebî Ehmed (80) ji şêniyên Serêkaniyê ye tevî her sê keçên xwe ber  bi bajarê Hesekê ve koçber bûne.

Girêdayî mijarê dayîka Zimurud got: "Şêniyên bajêr ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê meşiyan. Tevî ku temenê min mezin e û nexweşiyan, lê ez tev li meşê bûm. Dema em vegerîn mal di saet 16:00`an de balafirên şer ên Tirkiyê bajar topbaran kirin."

Balafirên Tirkiyê cudahî nekirin di navbera biçûk û mezinan de

Bi destpêkirina bomberbarana balafiran re, malbat nedizanî wê çi bike, nexwazin mal, kar û axa xwe ya ku tê de mezin bûne berdin. Di heman demê de ji ber bombebarana dijwar ew nikarin di bajêr de bimînin.

Zimurud bi çavên tijî rûndik got: "Min nexwest ji mal derkevim. Lê keçên min ji bo parastina jiyana min bi israr bûn. Balafirên Tirkiyê cudahî nekirin di navbera mezin û biçûkan de di navbera şervan û sivîlan de, her tişt bombe dikir."

Dayîka Zimurud û her sê keçên xwe bi şev di bin topbaranê de ji bajêr derketin. Dayîk wiha didomîne: "Rê hemû bi şêniyan qerebalix bûn. Ez çûn gundek nêzî Til Temirê. Malbatek ereb me pêşwazî kir. Israr kirin ku em li cem wan bimînin. Lê ji ber ku gelek malbatên din hebûn, me qebûl nekir û roja din em çûn bajarê Hesekê."

Zimurud diyar kir ku wê nexwest mala ku tê de 50 sal derbas kiriye û ava kiriye berde û got: "Em tiştekî ji kesekî naxwazin. Tenê em vegerin malên xwe. bes e koçberî. Temenê min mezin e û ez nexweş im. Tu kesek alîkariya malbatê bike tune ye. Va zivistan hat."

Dinya li serê me hilweşandin

Dayîka Zimurud behsa binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê kir û got: "Êrişî me kirin, malên me talan kirin, tiştek nehitşin, malên me şewitandin û dinya li serê me hilweşandin. Kese ji sûcên wan nefilitî. Biçûk berî mezin kuştin. ji malên me yên ku bi xwêyê aniya xwe ava kiriye ji 50 salî ve dan koçberkirin. Lê ev axa bav û kalên me ne û em nahêlin dîroka me sîl bikin."

Dîrok li xayînan nayê rehmê

Dayîka Zimurud wiha domand: "Ez 80 salî me û min mîna vê zulmê qet nedîtiye. Heta bavên me dema çîrokên şerê berê vedigotin ji me re behsa kiryarên mîna van nekirin. Hêz hemû li me kom bûn. Me bi hezaran şehîd da û şerê DAIŞ`ê kir. Em rastî xiyaneta dewletan hemû tên.  Heta dewletên ku dijminê hev bûn li dijî me bûn yek. Dîrok li xayînan nayê rehmê."

(şx)

ANHA