Keşeyê dêra Ermenan a Qamişlo hate qetilkirin

Çekdarên nenas keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo û bavê wî dema ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn, qetil kirin.

Keşeyê dêra Ermenan a Qamişlo hate qetilkirin
11 mijdar, 2019   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku dema keşe û bavê xwe ji bajarê Hesekê ber bi Dêrazorê  ve diçûn da ku serpereştiya lêkirina dêra li wir bikin, gule li wan hatin reşdandin û her duyan yekser jiyana xwe ji dest da.

Heta van kêliyan nasnameyên kesê ku bûyer pêk anîne, ne diyar in.

 (eh)