Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome

Meclisa Aborî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ragihand ku ew jî tev li hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bûn. Her wiha bang li tevahî hêz û rêxistinên navdewletî kirin ku li dijî dagirkeriyê ku ne zagon û ne exlaqên şer nas dike, derkevin.

Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome
11 mijdar, 2019   13:02
HELEB

Hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê didome. Ev hemle wek bersivdayînekê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên li djiî sivîlan dest pê kir.

Îro Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ragihand ku ew jî tev li hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bûn.

Bi dehan endamên Meclisa Aborî li pêşiya navenda meclisê kom bûn û daxuyaniyek di vê der barê de da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên meclisê Şêrîvan Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de meclisê ragihand ku ew jî tev li hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bûne û diyar kirk u ev yek piştî êrîşên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî gelên herêmê û her wiha guhertina demografîk ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Bakurê Sûriyê hat ".

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî hêz, rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destekê bidin qîrîna wan a li dijî dewleta Tirk a faşîst ku ne zagon û ne jî exlaqê şer nas dike.

(bx)

ANHA