Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan

Îro bi armanca derxistina dewleta Tirk a dagirker û rawestandina komkujinên dewleta Tirk, bi hezaran şêniyên herêma Tebqa û gundewarên wê meşeke girseyî li dar xist.

Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
Li dijî êrişên artêşa Tirk şêniyên Tebqayê daketin qadan
11 mijdar, 2019   12:43
TEBQA

Îro bi hezaran şêniyên herêma Teqayê li pêşiya Yarîgeha El-Gaz a bakurê bajarê Tebqayê kom bûn û alên QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Ciwanên Şoreşger, Rêveberiya Sivîl, Meclisa Jinên Sûriyê, pankartên "Berxwedana QSD`ê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye”, “Berxwedana QSD`ê berxwedana rûmetê ye”û “QSD nûnertiya me dike” hilgirtin.

Meş ber bi bazara navendî ya herêmê me ve çû û bi sloganên "Bijî berxwedan û têkoşîna li dijî artêşa Tirk”, “Na ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e" berz kirin. Meşê ber bi Navenda Şehîd Hanî Alîs a Ciwanan a Tebqayê ve ku li paş bazarê ye, dewam kir.

Piştî meşê li ser navê Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê hevserokê meclisê Şiyar Mihemed axivî û bal kişand ser berxwedana gel a li dijî artêşa Tirk û wiha got: “Piştî QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin, serdema zilmê bi dawî bû, dewleta Tirk li herêmên me dest bi êrişan kir.”

Paşê li ser navê Meclisa Tebqayê ya Leşkerî ji fermandaran  Zîlan Kobanê axivî û got: “Em wekî QSD`ê bi hemû şaxên ve îro li dijî êrişên artêşa Tirk helwesta me nayê guhartin û parastina destkeftiyên azadiya gelan soza xwe nû dikin. Li ser vê xaka me zêdetirî 11 hezar şehîd dane, ji ber vê yekê em sozê didin malbatên şehîdan, gelên xwe û şehîdan ku heta serkeftinê em ê şopdarên rêya azadiyê bin.”

Di dawiya mîtîngê de xwepêşandêran bi yekdengî got "Bijî berxwedana QSD`ê û Berxwedana Rûmetê".

(eh)

ANHA