Damezirînerê rêxistina "Komên Spî" li Stenbolê kuştî hate dîtin

Reutersê li ser zimanê cîranê damezirînerê "Komên Spî" James Le Missouri yê Brîtanî ragihand ku Le Missouri li nêzî mala wî ya li Stenbolê kuştî hate dîtin.

Damezirînerê rêxistina "Komên Spî" li Stenbolê kuştî hate dîtin
11 mijdar, 2019   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîranê James Le Missouri got Le Missouri roja duşemê li nêzî mala wî ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê kuştî hate dîtin.

Her wiha dîplomatekî ji ajansa Reutersê re got kuştina Le Missouri ne zelal e.

Rojnameya Independent a Brîtanî ragihand ku çawaniya kuştina wî ne diyar e, lê hevalên wî got ew ji ser mala wî ya li Stenbolê ketiye xwarê.

Rêxistina Komên Spî ku bi navê "Parastina Sivîl a Sûriyê" jî tê naskirin, li herêmên di bin kontrola komên çete de ku li gorî Tirkiyê dixebitin, çalakvan in û di sala 2013’an ve hate damezirandin.

Vê komê desteka xwe ji gelek rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî girt.

Ev kom xwe bêalî nîşan dide, lê Rûsya gefan lê dixwe ku li gorî berjewendiyên dewletên rojavayî dixebite ku berê Rûsyayê ji Brîtanyayê daxwaz kir ku têkiliya biguman a di navbera efserê îstixbarata wê yê berê damezirînerê "Komên Spî" li Sûriyê James Le Missouri bi rêxistina "El-Qaîde" zelal bike.

Her wiha Rûsyayê tekez kir ku yek ji damezirînerên Komên Spî ew James Le Missouri ye ku efserê berê di îstixbarata Brîtanyayê de ye û di "MI-6" de bû û pir zehmet e ku tenê tesaduf be.

(jo)