Civîna çapemenî ya hevbeş di navbera Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê

Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê piştî çend kêliyan din wê civîneke çapemeniyê ya hevbeş der barê belavkirina hêzên Koalisyonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin.

Civîna çapemenî ya hevbeş di navbera Koalisyona Navneteweyî û QSD`ê
11 mijdar, 2019   10:52
HESEKÊ

Piştî çend kêliyan, civîneke çapemeniyê ya hevbeş hevbeş di navbera Koalisyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tê lidarxistin.

Di civînê de berdevkê Hêzên Koalisyonê li dijî DAIŞ li herêmê Myles Caggins û Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gabrêîl û Berpirsê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mistefa Balî wê amade bin.

Nûçegihanê me ku civînê dişopîne diyar kir ku dê civîn der barê belavbûna hêzên koalisyonê li herêmê be.

(jo)

ANHA