Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya paqijkirina Goristana Şehîd Dilşêr kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê dest bi hemleya paqijkirina hundirê Goristana Şehîd Dilşêr û derdora wê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya paqijkirina Goristana Şehîd Dilşêr kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya paqijkirina Goristana Şehîd Dilşêr kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya paqijkirina Goristana Şehîd Dilşêr kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya paqijkirina Goristana Şehîd Dilşêr kir
11 mijdar, 2019   10:43
QAMIŞLO

Di saetên sibehê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Tirbespiyê berê xwe da Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dogirê yêli rojavayê navçeyê da ku dest bi hemleya paqijkirina hundirê goristanê û derdora wê bikin.

Endamekî rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ev gav her du mehan carekê pêk tê, armanca wê jî ji bo girîngiya parastina hawîrdorê û girêdana wan bi xaka xwe ve, her wiha wek çalakiyekê ku dilsoziya xwe ji şehîdên xwe re diyar bikin.

Rêvan Hebîb endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha got: "Em dest bi vê hemleyê dikin da ku goristana me paqij be.”

Her wiha endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hogir Mihemed Zekî jî diyar kir ku ev gav ji bo dilsoziya bi xak û şehîdan e.

Hemleyê 3 saetan dewam kir, paşê endamê rêveberiyê Botan Osman axivî û got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê komkujiyan û sûcên şer li dijî gelê me de pêk tînin, mîna li Helebçe, Enfal û gundên Botanê pêk hatin, da ku me ji xaka me bidin koçberkirin."

Osman îşaret bi girîngiya girêdana bi xakê ve kir û wiha got: "Mîna em bi çeka xwe parastina gelê xwe dikin, em ê bi exlaq û însiyatîfa xwe parastina ewlehî, jiyan û hawîrdorê bikin, bêguman em ê ji goristanan jî biparêzin ku fermandarên me lê ne û ew çavkaniya moral û israra me ya berxwedanê ne."

(jo)

ANHA