ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11. 11. 2019
11 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Belgeyên ku rastiya "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" eşkere dike roj bi roj derdikevin holê, ya bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. (BI WÊNE).

- Hiqûqnas Mihemed Seîd ê ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê belge kirine, got: “Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî û sûdên şer pêk tîne. Çekên qedexekirî bi kar anîne. Bi bêdengiya NY’ê ya li dijî komkujî û binpêkirinan beriya li hemberî wê winda bûye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di nirxandina der barê êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yek ji xetereya herî mezin ew e ku, ev nirxandin bi awayekî demkî an jî bêyî lêhûrbûnek li gorî danûstandinên stratejîk were kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dr. Hekîm Derbendî Xan pisporê zanistên siyasî, teqez kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike projeya demokratîk têk bibe û ditirse ew proje dewleta netewperest a kilasîkî hilweşîne. Derbendî Xan banga yekrêziya refa kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).