Hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra ya bi dewleta Tirk re berdewam e

Belgeyên ku rastiya "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" eşkere dike roj bi roj derdikevin holê. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên DAİŞ û Nûsra pêk ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra ya bi dewleta Tirk re berdewam e
Hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra ya bi dewleta Tirk re berdewam e
Hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra ya bi dewleta Tirk re berdewam e
Hevkariya çeteyên Cebhet El-Nûsra ya bi dewleta Tirk re berdewam e
11 mijdar, 2019   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji detspêka aloziya Sûriyê vir de bi her cûreyê piştewaniya grûbên çete yên weke DAIŞ û Cebhet El -Nusrayê kir. Hevkariya dewleta Tirk a bi van komên çete ku di cîhanê de weke komên terorîst hatine naskirin bi dehan car bi belgeyan hate îspatkirin.

Bê gûman dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê ve bi armanca planên xwe yên dagirkirinê yên vedigerin beriyan sedan salan bi van komên çete dest li Sûriyê werda.

Ji bo ku karibe van planan pêk bîne, destpêkê komên çete ava kirin û bi hemû rêbazan destek dane wan. Ji komên ku dagirkeriya dewleta Tirk ava kirin "Cebhet El-Nusra" ye şaxek ji rêxistina çete-terorîst a El-Qaîde ye û ji roja xwe ya despêkê de heya niha bê navber li Sûriyê sûcên şer pêk tîne. Ji ber sûcên wê hêzên navdewletî ew xistin lîsteya terorê.

Biryara hêzên cîhanî ya di derbarê van komên çete de, ji ber ku planên xwe yên di Sûriyê de asteng dike Tirkiye nerihetkir. Ji ber vê yekê navê Cebhet El-Nusra bi navê Heyet Tehrîr El-Şam guhertin. Piraniya çeteyên Cebhet El-Nusra ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve di nava gelek komên çete de yê bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de hatin bi cihkirin û niha jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirine sûcên şer pêk tînin.

Di dosya me ya ku wekî dû beşan me weşand ya bi navê "DAIŞ çawa bû Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê?"de em ê nav û wêneyên hejmarek çeteyên Cebhet El-Nusra yê di nava "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" de sûcên şer li dijî sivîlên herêmê pêk tînin bi awayekî vekirî eşkere bû.

Hin navên endamê çeteyan yên koma Cebhet El Nûsra ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne jî wiha ne:

Ebdulrezaq El-Egîdî, nasnav: El-Egîdî

Li Dêrazorê jidayik bûye. Fermandarekî Cebhet El-Nusra ye û destê wî di gelek sûcên derheqê sivîlên Sûriyê de hene.

5`ê vê Mijdarê malperên ser bi çeteyan ve wêneyê çete El-Egîdî weşandibû û ew wekî endamekî "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye" bi nav kir, dema kesek bi îdiaya pêkanîna teqîna li Girê Spî hatibû girtin.

Di wêne de, kesek bi komê spî heye û wekî endamê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" tê binavkirin, lê di rastiyê de çete Ebdulreqaz El-Egîdî ye.

Cemîl Ehmed Receb

Sala 1994‘an li Qubtan El-Cebet jidayik bûye. Navê dayika wî Zeytûna ye. Beriya ku tev li "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bibe endamekî Cebhet El-Nusra bû û di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digire.

25‘ê Cotmeha 2019‘an de li gundewarê Girê Spî dema dîlgirtina şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê hate dîtin.

Mûemel Îsa:

Serkêşiya koma çete ya "Ehrar El-Şerqiya" dike.

Di 12‘ê Cotmeha îsal de koma çeteya ya Ehrar El-Şerqiya bi serkêşiya çete Mûemel Îsa 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd "Medya Zozan, Havîn Xelîl Îbrahîm û ajokarê erebeya ambulancê Mihemed Bozan Seydî li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî li ser rêya navdewletî ya M4 girtin.

ANHA