Eşîra Şeyîtat:Em ê rê nedin artêşa Tirk komkujiyên DAIŞ`ê dubare bike

Eşîra Şeyîtat a Ereb a li bejahiya Dêrazorê êrişên artêşa Tirk li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin, soza piştgirtiya QSD`ê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra dan.

Eşîra Şeyîtat:Em ê rê nedin artêşa Tirk komkujiyên DAIŞ`ê dubare bike
6 mijdar, 2019   09:45
DÊRAZOR

Di bin konê çalakiyê yê ku li bajarokê Ebû Hemam ê bejahiya Dêrazorê hatiye vedan, rûspiyên eşîra Şeyîtat êrişên artêşa Tirk û çeteyên ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê, Enes Elî El-Rehîm ê ji eşîra Şeyîtat axivî û bi xêr hatina beşdaran kir, her wiha îşaret bi beşdariya şêniyan ji konê çalakiyê re kir û got, ev nîşana yekpareya welêt e û parastina welêt erekekî neteweyî dikeve ser milê her kesekî.

El-Rehîm di derdewamiya gotina xwe de ev tişt got: “Em ji dewleta Tirk a dagirker re li ser welatê me Sûriyê dibêjin na.”

El-Rehîm diyar kir, ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigiştî û pêkhateya eşîra Şeyîtat bi taybet êrişên artêşa Tirk red dikin û ew ê heta rizgarkirina xaka xwe ji dagirker û çeteyan piştgirtiya QSD`ê bikin.

Enes El-Rehîm wiha domand: “ Em rê nadin ku dewleta Tirk ku careke din komkujiyên DAIŞ`ê der heqê gelên me de dûbare bike, her wiha em dev ji yekîtiya Sûriyê û gelê xwe bernadin.”

Enes Elî Rehîm di dawiya axaftina xwe de şehîdên ku canê xwe di oxira parastina xak, rûmet, parastina welêt feda kirine û berxwedaniya QSD`ê li dijî êrişên artêşa Tirk  silav kir.

Hêjayî bi bîr xistinê ku li dijî êrişên artêşa Tirk girseyên gel diherikin bin konê çalakiyê.

(eh)

ANHA