Roja 28`an..Paqijkirina gundan ji dagirkeran

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi balafirên keşfê û topan êrişî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrişan da û gelek gund ji çeteyan paqij kirin.

Roja 28`an..Paqijkirina gundan ji dagirkeran
6 mijdar, 2019   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 28`an êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî didomin. Şervanên QSD`ê beriva êrişan da û derbeyên giran li çeteyan xistin.

QSD`ê êriş û hewldanên çeteyan ên derbasbûna gundewarên Serêkaniyê têk birin

Şervanên QSD`ê duh hewldana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku derbasî gundê Bab El-Xêr ê girêdayî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bibin, têk bir û di encama wê de 6 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Şervanên QSD`ê li derdora gundê Til Werid ê navçeya Zirgan a Herêma Cizîrê erebeyeke BMB teqand.

Her wiha du endamên hêzên rejîma Sûriyê di encama teqîna mayînekê li ser girê navçeya Zirganê de, birîndar bûn.

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker gundê El-Dawûdiyê yê navçeya Zirganê bombebaran kir.

Eniya Girê Spî

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker depoyên Şirkrak ên navçeya Eyn Îsa bombebaran kirin, her wiha jî gund û depo hatin topbarankirin. Piştî êrişa li ser gund Şirkrak şervanên QSD`ê bersiva êrişan da û piştî çend saet ji şer, êriş têk bir. Di encama wê de herî kêm 8 çete hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê gundê El-Mesûdiyê yê başûr rojhilatê Girê Spî, gundê Qenterî yê nêzî rêya navdewletî bi temamî ji artêşa Tirk û çeteyên wê paqij kir. Li gund Bîr Îsa jî di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de, şer derket.

Li navenda bajarê Girê Spî ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin erebeyeke bombebarkirî, teqiya.

Hêzên rejîmê li nuqteyên sînor ên navbera gundewarên Tirbespiyê û Girê Legê de belav dibin

Hêzên rejîma Sûriyê ku ji Qamişlo derket, gihaşt herêma sînor a di navbera gundên Tirbespiyê û Girê Legê de, da ku li gelek nuqteyên sînor belav bibin.

Ji bo pêkanîna hevpeymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên rejîma Sûriyê bi sponseriya Rûsya pêk hat, hêzên rejîma Sûriyê tevî gelek alavên leşkerî ji bajarê Qamişlo gihaştin herêma sînor a di navbera navçeyên Tirbespiyê û Girê Legê de.

QSD: Di nava 24 saetan de 24 çete hatin kuştin

Duh QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, di encama bersivdana hêzên wan de bi kêmanî 24 çete hatin kuştin, 11 brîndar bûn, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandi  û di vê berxwedanê de 3 şervanên wan şehîd bûn û 4 jî brîndar bûn.

Li ser banga şêx û rûspiyên herêmê ya li navçeyên Şedadê û Dêrazorê, bi dehan şêniyên eşîrên Şedadê beşdarî seferberiya giştî bûn, da ku li kêleka QSD`ê mil bi mil, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê şer bikin.

Li Kobanê dewriyên hevbeş hatin destpêkirin

Duh polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê kantona Kobanê dest bi yekemîn dewriya xwe kir.

Şêniyên gundên Kobanê kevir, zebe û hêkan li  panzêrên artêşa Tirk reşandin û nerazîbûna xwe li hemberî hêzên dagirker nîşan dan.

 (eh-bx)

ANHA