Senatorê amerîkî êrişî Erdogan kir

Senatorê amerîkî bang kir ku divê careke din têkiliyên di navbera Washington û Enqerê de bên nirxandin, her wiha ragihand ku divê dewlet Tirk ji ber binpêkirnên mafên mirovan li Sûriyê bê darizandin.

Senatorê amerîkî êrişî Erdogan kir
6 mijdar, 2019   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Senator Bob Menendez ê endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Şiyûx, di hola meclisê de axivî û bang kir ku divê careke din têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de bên nirxandin, ew yek ji ber tevgera wê ya dijminahî û kêmbûna dramatîk a demokrasiyê di serdema Recep Tayyîp Erdogan de ye.

Menendez wiha got: "Divê bihêztirîn hevkarên me, hevkarên NATO’yê bin, ewên ku soza pêkanîna parastina hevbeş dane. Ewên bi me re beşdarî nirxên me dibin."

Menendez wiha domand: "Mixabin, Tirkiyê di bin desthilatiya Erdogan de ye, ku nûnertiya tu nirxên koalisyonê nake.. divê Tirkiya ku di bin destilata Erdogan de ye, ne wek hevkar be."

Senator tedbîrên diyar danîn, ku divê DYA’yê wan pêk bîne, da ku parastina berjewendiyên ewlehiya neteweyî û berjewendiyên hevkarên wê yên rast li herêmê bike.

Menendez ragihand ku ew ê di demeke nêz de bendekî li gorî qanûna alîkariya derve (FAA) pêk bînin, da ku Rêveberiya Trump neçar bikin ku raporekê der barê binpêkirinên Tirkiyê ji mafên mirovan li Sûriyê re, pêşkêşî kongresê bike.

Menendez bang kir ku ji ber kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, cezeyên li ser wê werin ferizkirin.

Li aliyekî din jî Menendez bang li serok Trump kir ku hemû vexwendinên ji serokê Tirkiyê Erdogan li Koşka Spî re betal bike, heta ku bi xwe desteka nirxên demokrasiyê bike.

Senatorê amerîkî siyasetên Erdogan ên li beramberî azadiya olan ên li hundirê Tirkiyê rexne kirin.

Di dawiyê de Menendez got, dem dema ku divê Meclisa Şiyûx der barê tevgera Tirkiyê ya xirab de, tev bigere.

(jo)