Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Îro bi sedan jinên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê her wiha pêkanîna komkujiyên li dijî sivîlan û bi taybet ên li dijî jinan, meşek lidar xist.

Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Jinên Tebqayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
4 mijdar, 2019   12:49
TEBQA

Jinên herêma Tebqayê li pêşiya navenda Rêveberiya Jinan kom bûn. Jinan wêneyên şehîdên QSD`ê, jinên ku ji ber kiriyar û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê ji DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra re bûn qurban, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Amara û hemşîreya bi navê Medya ku çeteyên DAIŞ`ê bi hovîtî bi cenazeyên wan lîstin, hildan.

Meş ji navneda Rêveberiya Jinan dest pê kir û ber bi navenda Çand û Hunerê ya bajêr ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê, silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û banga bidawîkirina dagirkirinê, hatin berzkirin.

Paşê ji rêveberên Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Wela El-Nacî daxuyanî bidevkî da û anî ziman ku êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Wela got êrişên, dewleta Tirk pîvanên exlaq, mirovî û zagonên navdewletî binpê dike.

Wela nerazîbûna xwe der barê kiriyarên hovane û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li djiî jinan pêk tine, mîna kuştin û lîstina bi cenazeyên şehîd Hevrîn Xelef û Amara her wiha şêwazê derexlaqî ya danûstandina bi esîrên YPJ`ê re mîna Çîçek Kobanê ku erka xwe di parastina gelên herêmê de pêk tanî de, diyar kir.

Di dawiyê de Wela bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku kiriyarên xwe yên li dijî gelên herêmê, bi taybet li dijî jinan, rawestîne.

(bx)

ANHA