ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03. 11. 2019
3 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja 7‘an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir dikin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê sersaxiyê ji malbata şehîd Sara Tîrêj re dixwazin. Konê sersaxiyê li kampa Serdemê tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqa tekez kirin ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di dariştina desûrê Sûriyê de ne beşdar bin, ew destûr ne meşrûîye û nayê qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Ji eniyên pêş ên navçeya Til Temirê şervanekî QSD`ê, got ku ew ê berxwedana xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê, bidomînin û gav paşde navêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo parastina axa xwe çek rakir û teqez dike ku berxwedana li hemberî dagirkeran şanaziyek bêhempa ye û şehadeta di wê rêyê de serfirazî û rûmet e û dibêje: "Mirovê ku li welatê xwe bê rûmet dijî mirin jê re çêtir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA
-Hevseroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Celaa Hemzawî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dawî zindîkirina terorê li herêmên û têkbirina Rêveberiya Xweser armanc dike. Celaa banga hesabxwestin ji sûcên qetilkirina Hevrîn Xelef û dîlgirtina Çîçek Koibanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de hatin çapkirin bal kişandin ser kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî li Idlibê ku navenda çalakiyên îstîxbarata Tirkiyê ye, civînên amadekariyên destûra bingehîn a Sûriyê, xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê û encamên wê. (BI WÊNE).

DOSYA

-Ew ne lîstokên ji agir bûn ên ku zarok Mihemed Hemîd û şêniyên herêmê beriya ku bikevin dîtin, lê belê madeyên fosfora şewitî bûn ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê e bi kar anîye. Lê pirs ew e ku Tirkiyê ev made ji kuderê girtin? (BI WÊNE).

ANHA