Li Şamê 2‘ê Mijdarê hate silavkirin

Li taxa Zorava ya Şamê Roja Cîhanê ya Rojava bi meşekê hate silavkirin.

Li Şamê 2‘ê Mijdarê hate silavkirin
2 mijdar, 2019   22:44
ŞAM

Bi dehan xelkê taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê bi meşekê Roja Cîhanê  ya Rojava silav kirin û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemerezar kirin.

Meş ji pêşiya Mala Gel dest pê kir û li kolana sereke rawestî. Di meşê de wêneyên qurbaniyên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hildan.

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hate kirin. Di axaftinan de êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şermezarkirin û Berxwedana Rûmetê hate silavkirin. Her wiha  girîngiya yekitiya niştimanî ji bo parastina destkftiyên Şoreşa Rojava hate destnîşankirin.

ANHA