Şêniyên Helebê: Em ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bidomînin

Şêniyên bajarê Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re diyar kirin û gotin armanca êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî guhertina demografiya herêmê ye û qirkirina gelê Kurd e.

Şêniyên Helebê: Em ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bidomînin
2 mijdar, 2019   06:36
HELEB – MIHEMED EBDO

Şêniyên bajarê Helebê, têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nerînên xwe parve kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Xelîl got, armanc ji êrişên Erdogan guhertina demografiya herêmê û qirkirina gelê Kurd e û anî ziman ku dagirkirina Efrînê mînaka vê yekê ye.

Xelîl bang li civaka cîhanê kir zextê li hikûmeta Tirk bike bila qirkirinê gel rawestîne.

Welatiya bi navê Yasmîn Idlibî jî got: "Çima li hemberî sûcên derheqê me de tê kirin bêdengî heye?, ji bilî kombûna li derdora hêzên parastinê û berxwedanê ti rêyên din nîn in."

Yesmînê domad: ‘‘Em ê her tim li gorî prensîpên netewa demokratîk banga azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê bikin û xeta şehîdan bidomînin.‘‘

Welatî Salih Mistefa jî ev tişt parve kir: ‘‘Şehîdan ji bo parastina destkeftên gel, tiştê herî giran buha feda kirin. Em ê xeta wan bişopînin û tu carî rê nedin dagirkeriya Tirk destkeftên bi ku fedakariya şehîdên me pêk hatine, bibin.‘‘

(rr)

ANHA