Gundekî asuriyan koçberên Kurd û Ereb hembêz dike

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê gundê Til Fîda yê asûriyan pêşwaziya koçberên Ereb û Kurd ên ji Serêkaniyê dike.

Gundekî asuriyan koçberên Kurd û Ereb hembêz dike
2 mijdar, 2019   06:35
HESEKÊ

Ji ber êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê yên 9`ê Cotmehê destpê kir zêdetirî 300 hezar sivîl ji Serêkaniyê koçber bûn. Piraniya wan di dibistanên bajarê Hesekê de bi cih bûne.

Ne tenê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwedî li koçberan derketin, di heman demê de jî şênî bi awayekî çalakî koçber hembêz kirin.

Li gundê Til Fîda yê Til Temirê jinek asûrî mala xwe ji bo koçberan vekir.

Di mala Nehle Xaskiye (52) 9 malbatên koçber ji Kurd û Ereb hene, dibêje"Em yek in di navbera m e de cudahî tune ye."

Nehle wiha domand: "Derdora 75 mal di nav gund de hene, hemû ji koçberan re vekirine."

(şx)

ANHA