Koçberek ji gundewarê Til Temirê: Asûriyan alîkariya me kir

Ruxmî tehliyeya koçberiyê lê hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê wê sivik dike. Gundê asuriyan bûne stargeha erebên ku ji gundên xwe koçber bûne.

Koçberek ji gundewarê Til Temirê: Asûriyan alîkariya me kir
2 mijdar, 2019   06:35
HESEKÊ

Xewla El-Mihemed (50) ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ên li ser gundê Im El-Kêf ê Til Temirê neçar maye koçber bibe.

Xewla dibêje: "Di encama êrişê de em neçar man ji gund bê tişt derkevin. Tenê min zarok û hinek serî pez anî."

Xewla ya ku li gundê Til Hefyan ê asuriyan ê gundewarê Til Temirê bi cih bûye pesna aşuriyan da û got: "Asuriyan her tiştk ji me re pêşkêş kirin, malên xwe vekirin û alîkariya me kirin."

(şx)

ANHA