Mijarên rojnameyên erebî- 2 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên Îro der barê destpêkirina xebatên komîteya destûrê ya Sûriyê de nivîsîn, her wiha geşdanên li Iraq û Lûbnanê  jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî- 2 Mijdarê
2 mijdar, 2019   08:21
Navena Nûçeyan

Şeriq El-Ewset: Rûsya dê barê “binkeftina”hewldanên çareseriya aloziya Sûriyê hilnegire

Rojnameyê nivîsî: “Piştî ku weke hêza sereke dakete qadê, Rûsya hewl dide ku di mijar û hewldanên çareseriya siyasî de jî xwe weke ektorê sereke biçesipîne û bighêje çareyekê û pêşeroja Sûriyê ya piştî şer saz bike.

Roja çarşemê, li navenda Netewyên Yekbûyî ya li Cinevê xebatên komîteya destûrê destpê kirin, mijara komîteya destûrê cara pêşîn ji aliyên Rûsyayê ve hate pêşniyarkirin, dema ku sala 2018`an, di çarçoveya hevdîtinên Asîtnayê de, malevaniya kongreykê kiribû ku Moskova, Tahran û Anqerê beşdar bûbûn.

Beriya ku xebatên komîteyê destpê bikin Rûsyayê diplomarên xwe bi komî rêkirin Cinêv`ê, li wir bi nûnerên hikûmetê û yên opozisyonê re hevdîtin pêk anîn, her wiha bi şandêrê navdewletî bo Sûriyê Gare Pedersern re.

Lêkolîner Samuel Ramani ji ajnansa Feransayê re got”Rûsyayê çawa ku mijara avakirina komîteya makzagonê pêşniyar kiriye, wiha jî ew pêvajoya makzagonê diajo”, her wiha got “Piştî têkçûna rêze civînên Cinêv`ê û hevdîtinên berê, her destkeftiyeke komîteya makzagonê tê cihê Rûsyayê pir bi hêz bike.”

Li gorî çavdêran, Moskova hemû hewldanên xwe dike ku pêvjoya Cinêv`ê biser bikeve, ji ber binkeftina pêvajoyê tê wateya ku wê di aliyê leşkerî de rejîm xilas kir lê nikarî ji aliyê nadewletî de bide qebûl kirin, ev jî dê Rûsiyayê tengav bike, ji ber ku ew dixwaze li gorî mercên xwe lîstika NY`ê bilîze.”

El-Beyan: Çavkanî dibêjin ku Al-Harîrî dê dîse bête erkdarkirin

Der barê geşedanên Lûbnanê  rojnameyê nivîsî “Hin çavkaniyên nêzepêla Netewî ya Azad” ji Al-Bayan re ragihandin ku dibe dîse serokê hikûmeta Lûbnanê  ku istifa kiriye, Saad Al-Harîrî careke din bête erkdar kirin. Çavkaniyê diyar kir ku niha perleman sê bijarteyan dinirixîne, yek dîse erkdarkirina Al-Harîrî, yan jî pêre der barê şêweyê hikûmetê û kesayeta ku bibe serok bête lihevkirin, yan jî bêyî herîrî, lê bijarteya dawiyê dibe ku dûr be”.

Her wiha rojnameyê nivîsî “Tevgera Amel û Hizbullah, alîgirên wê ne ku serok Al-Herîrî bête erkdarkirin, lê serok Ewn li aliyê guherînê ye. Li gorî çavkaniyan, tan nih hemû nirxandin gihiştine wê encamê ku: hikûmeteke bi serokatiya Al-Herîrî tê wateya hikûmeteke siyasî ye.

Ango dê siyasetmedanên ku nûnerên hêzên siyasî ne bêne erkdarkirin, lê eger hikûmeteke xilasiyê be, dê wezîrên tiknoqrat bêne erkdarkirin ne bi serokatiya Al-herîrî. Hêjayî gotinê ye ku Al-herîrî sê pijarte pêşniyar kirine: hikûmeteke tiknoqrat bi serokatiya wî, hikûmeteke siaysî di nav de jî hin tiknoqrat, bi serokatiya wî, hikûmeteke siyasî bê alî ne bi serokatiya wî, lê ku werokatiya wê ji derdorên şepêla Al-mustaqbal be”.

El-Imarat El-Yaum: Iraqî ji bo protestoya herî mezin ya 16 salan li navenda Bexdayê kom dibin

Der barê geşedan û xwepêşandanên Iraqê de rojnameyê nivîsî: “Duh bi hezaran Iraqî li navenda Bexdayê kom bûn û doza çiwîna çîna siyasî kirin, hate gotin ku ev protesto û xwepêşandan, ji dema têkçûna serokê Iraqê yê berê Sedam Huseyin ve ya herî mezin e”.

Duh bi sedhezaran xwepêşandêr li deverên cuda yên Iraq`ê kom bû, ew roja heştemîn ya xwepêşandan bû, dîse daxwazên hilweşîna hikûmetê û perlemanê dubare kirin û xwestin hin xalên makzagona Iraqê bêne guhertin.

Şeva berê û duh bi hezaran xwepêşandêr daketin qadên xwepêşandanê û li Qada Tehrîr ya bexdayê kom bûn, her wiha li qadên din ên bajarên din ên Iraq`ê, ev dîmen kêm caran wiha derketibû, her kesî alên Iraq`ê bilind kirin û yek durişme qêriyan, ew jî hilweşandina hikûmetê û rawestandina perlemanê û guherîna hin xalên makzagonê”.

El-Beyan: Lîbya: Daxuyaniyên Erdogan peymana NY`ê binpê dike

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Komîteya karên derve ya perlemana Lîbyayê li dijî daxuyaniyên “çewt”yên serokkomarê Tirkiyê Racab Tayyip Erdogan bertek nîşan dan, ku Erdogan dibêje mafê welatê wî yê dîrokî di Lîbyayê de heye.

Komîteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan peymanên NY`ê yên der barê mafê gelen yê çarenûsê binpê dike, her wiha hişmendiya kolonyalîzmê ku li gorî peymanên navdewletî nayê qebûl kirin, geş dike. Her wiha da zanîn ku ev daxuyanî mafê gelê Lîbyayê yê çarenûsê binpê dike û têkoşîna Lîbiyan ya demdirêj jî ji nedîtî ve dibîne”.

Komîteyê got ku girêdana Lîbyayê bi dewleta Tirkiryê ve bi hevpeymana Ouchy Lausanne`ê bi dawî bûye, ku di wê hevpeymanê de Osmaniyan Lîbyayî radestî dagirkeriya Italiyan kirin”.

(kn)