ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02. 11. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02. 11. 2019
2 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 2‘yê Mijdarê Roja Parastina Rojavayê Kurdistanê meş têne lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja 6‘an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîra Şerabîn li bajarê Hesekê têkildarî hedefgirtina malbatên ji eşîreyê li Zirganê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve daxuyaniyê dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Kiryarên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên niçikên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, nayên veşartin. Piştî topbaranê jî bê sedem jin, zarok, temenmezin û her zindiyek bi sekvanên dagirkeriyê têne hedefgirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji taybetmendiyên Berxwedana Rûmetê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî ew e ku sivîl li rex Hêzên Sûriyê Demokratîk parastina axa xwe dikin. Ew jî taybetmendiyek gelêrî dide berxwedanê û rêgeza şerê gelê şoreşgerî, pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê piştgiriya xwe bi Berxwedana Rûmetê re anîn ziman û gotin armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelê Kurd û guhertina demografyaya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê gundê Til Fîda yê asûriyan pêşwaziya koçberên Ereb û Kurd ên ji Serêkaniyê dike, ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirke û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji warê xwe derketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî azarên koçberiyê lê hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê wê sivik dike. Gundê asur bûne stargeha erebên ku ji gundên xwe koçber bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA