Kurdên taxa Suryana kevin destûra nûnertiya tevahiya sûriyan nake red kirin

Kurdên taxa Suryana kevin a bajarê Helebê ragihandin ku ew her destûrek nûnertiya tevahiya sûriyan nake qebûl nake.

Kurdên taxa Suryana kevin destûra nûnertiya tevahiya sûriyan nake red kirin
1 mijdar, 2019   19:49
HELEB

Kurdên taxa Suryana kevin a bajarê Helebê li ber kolana çiya ku di bin kontrola Rejîmê de ye hatin bav hev û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê  Resûl Şêx Ehmed ve hate xwedin.

Resûl Şêx Ehmed got: "Neh sal li ser Bihara Ereban re derbas bû, lê hîna xwîna gelê Sûriyê dirije. Ji ber ku bazirganên hîna ji xwîna gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan têr nexwarine.

Wek şêniyên taxa Suryan em bi sekineke durist ji bo parastina axa Sûriyê û gelên wê disekinin. Hîna em şopdarên heman rêgezî ne ji bo ku yekitiya axa Sûriyê biparêzin. Ne ku mîna hinek kes îdia dikin ku em axa Sûriyê parçe dikin.

Ew bi xwe xwediyên têgehên teng û şofenîst in. Ev tişt di rêbaza dûrxistina tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar e. Mixabin hîna li ser zihniyeta xwe bi israr in.

Em radighînin ku em her destûrek nûnertiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê nake qebûl nakin. Armanca me yekitiya tevna sûrî û yekitiya axa Sûriyê ye."

(şx)

ANHA