Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê di 1’Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de herikîn kolanan. Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Mislim bang li civaka navdewletî kir ku der heqê kiriyarên ku dewleta Tirk derheqê gelên herêmê de pêk tîne de, bê deng nemîne.

Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
Kelha berxwedanê di roja xwe ya cîhanê de...misogerkirina bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê
1 mijdar, 2019   12:36
KOBANÊ

Bi diruşma"Bi rihê 1’Mijdarê ya Roja Cîhanê ya Kobanê, dê asta berxwedanê bilind bikin û dîktatoriyê hilweşînin", bi hezaran şêniyên kantona Kobanê daketin kolanan û berxwedana ku şervanên YPG û YPJ’ê li hember DAIŞ’ê li Kobanê pêk aniye, bi bîr anîn. Şêniyan piştgirî û piştevaniya xwe ji QSD’ê re ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike, eşkere kir.

Îro, 1’Mijdarê ya Roja piştgiriya cîhanê ya bi berxwedana Kobanê re ya ku DAIŞ cara yekemîn li Sûriyê têk çûye û bû destpêka têkbirina wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di 2014’an de dema ku êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê di lûtkeyê de bûn, ev roj hat hilbijartin. Lê li aliyekî dîtir jî şervanên YPJ û YPG’ê şerê berxwdanê yê mezin ê şekandina êrişan pêk dianî. Berxwedan di 26’ê Çileya 2015’an biserket û bajarê Kobanê piştî 134 rojan ji berxwedanê bi temamî ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Şênî li Qada Jinan a Azad kom bûn û pankartên bi nivîsên"Di helwestên xwe de wefedar bin, Peytexta berxwedana cîhanê(Kobanê) di roja xwe ya cîhanê de li hember gefên tunekirinê ye", "Em ji bo welat hemû QSD’yî ne û li hember dewleta Tirk a dagirker bend in" û alên QSD’ê, rakirin.

Şênî li gelek kolanên bajarê Kobanê gerîn û li Qada Şehîd Egîd meş veguhrî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Mislim axivî û berxwedana ku şêniyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de pêk aniye, bi bîr xist.

Enwer Mislim tevahî piştgirên berxwedanê spas kirin û bang li civaka navdewletî kir ku tev bigere û der barê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî mafên gelên herêmê de, bê deng nemîne.

Mislim wiha lê zêde kir: "Divê civaka navdewletî di pratîkê de xebatekê pêk bîne ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestîne. Daxuyanî û danezanî ne sûdwar in."

Mislim sekna rêveberî û gel bi hêza parastinê ya di xendekên şerê ya li hember dagirkeriyê de, piştrast kir.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Mislim bi nameyekê îşaret bi hikumeta Sûriyê kir û wiha got: "Divê hikumeta Sûriyê li beramber kiryarên dewleta Tirk ên li xaka Sûriyê, bê deng nemîne û li hember hikumeta AKP’ê helwestekê bide. Hikumeta Sûriyê berpirsê yekemîn der barê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê ye."

Mislim bang li gelê Sûriyê kir ku der heqê avakirina destûreke Sûriyê ya demokrat û azad ku tevahî sûriyan bi hemû etnîk û pêkhateyên wê dihewîne de, bi yek bin.

Enwer Mislim wiha bi dawî kir: "Divê em wek gelê Sûriyê, li hev bikin da ku bibin yek hêz ku aloziya hundirîn bêyî destwerdana derve çareser bikin."

Ji aliyê xwe ve jî Endama Koordînasyona Kongre Star Klara Kobanê, berxwedana Kobanê ku şervanên YPJ û YPG’ê li Kobanê pêk aniye, silav kir ku li hember mezintirîn terorîsta cîhanê sekinîne. Piştre ew berxwedan bû hêzek tevahî wijdanên cîhanê hejand ku li rex berxwedana Kobanê bisekine û 1’ê Mijdarê bibe Roja Cîhanê ya Kobanê.

Klara Kobanê wiha domand: "Hêza ku bi ser me de hatiye, hêzeke terorîst a nijadperest a tundrew bû ku hewl da şaristanî û hebûna me îmha bike. Lê belê hewldanên wan piştî berxwedan û têkoşîna gel, têk çûn. Jinên li vî welatî ji dijminatiyê re xwe dananynin û neyê xwe deynin jî. Şervanên me niha di xendekên şerefê de li hember zihniyeta desthilat û bavê DAIŞ’ê ku dewleta Tirkiyê ye.”

Klara Kobanê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "2’yê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Rojava ye û îro jî Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Divê em ji bîr nekin ku ev destkeftî bi saya şehîdan pêk hatin. Her wiha jî divê xwe bi şerê derûnî yê ku dewleta Tirk pêk tîne, nexapînin. Diruşma me her tim, berxwedan, têkoşîn û serkeftin e."

Mîtîng bi diruşmên piştrastkirina têkoşîn û silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA