Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Tirkiyê li hember tevahî cîhanê disekine

Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen bang li gelên cîhanê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê rabin ser piyan.

Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Tirkiyê li hember tevahî cîhanê disekine
1 mijdar, 2019   12:54
KOBANÊ

Hevsrokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen di roja Cîhanî ya piştgirya Kobanê de axivî. Şêx Hesen destnîşan kir ku berxwedan biryara wan a tekane li Kobanê ye ku projeyên Tirkiyê yên di bin cilê DAIŞ`ê de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê, têk bibin.

Şêx Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze berxwedaniya dîrokî ya Kobanê ku dengê wê li tevahî duniyayê belav bû, têk bibe. Her wiha diyar kir ku ji beriya çend salan Kobanê bi aramî û ewlehî dijî, lê dewleta Tirk israr dike ku vê herêmê veguherîne dojehê, wê bi temamî birûxîne û li hember  tevahî cîhan ku destek dide vî bajarê, disekine.

Li bajarê Kobanê îro meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran şênî bi dirûşmeya "Bi rihê 1`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê emê asta berxwedana bilind bikin û dektatroiyê hilweşînin" tev li meşê bûn.

Hevsrokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen bang li tevahî gelên cîhanê kir ku dakevin qadan û destek bidin Kobanê ku destpêka tinekirina xeteriya li ser tevahî cîhanê ji wir destpê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan beriya çend rojan gef xwar ku ew ê êrîşên li dijê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bikin û Kobanê jî di nav de. Ji aliyekî din ve jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didome.

(bx)

ANHA