Koçberên Serêkaniyê: Cîhanê pişta xwe da me û çeteyan komkujî pêk anîn

Koçberên Serêkaniyê yên ku ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker neçar man ji malên xwe koçber bibin, diyar kir ku artêşa Tirk li dijî sivîlan bi balafir û topban komkujî pêk anîn.

Koçberên Serêkaniyê: Cîhanê pişta xwe da me û çeteyan komkujî pêk anîn
Koçberên Serêkaniyê: Cîhanê pişta xwe da me û çeteyan komkujî pêk anîn
Koçberên Serêkaniyê: Cîhanê pişta xwe da me û çeteyan komkujî pêk anîn
Koçberên Serêkaniyê: Cîhanê pişta xwe da me û çeteyan komkujî pêk anîn
1 mijdar, 2019   10:37
HESEKÊ-NISRÎN ELÎ-HINAR ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê hêj li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tînin û qanûnên navdewletî  bi bikaranîna çekên qedexekirî û agirbestê binpê dikin. Di encamê de bi hezaran sivîl ji malên xwe yên li nêzî herêmên sînor weke bajarê Serêkaniyê, koçber bûn.

Ajansa me ANHA’yê rewşên koçberan di nuqteyek kom bûne de, beriya li 64 dibistanên bajarê Hesekê bên bicihkirin, şopandin. Her wiha li gor rêveberiya bajêr, ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeyên Zirganê û Til Temrê, pêdivî bi zêdekirina dibistanan ku koçber tê de bi cih bibin, heye.

Fatima Xelîl ji koçberên Serêkaniyê ye wiha der barê rewşê de anî ziman: "Li bajarê Serêkaniyê ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker, kevir li ser kevir nema.  Erdogan çekên kîmawî bi kar dianî. Ji 9`ê Cotmehê ve em li gundên derdora bajarokê Til Temrê bûn. Lê belê ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya 2 rojan ji wir koç bûn.

Fatima diyar kir ku em ber bi zivistanê ve diçin, dinya sar e û wiha domand: "Zarokên piçûk bi me re hene û pileya germahiyê bi şev dadikeve. Ji ber vê yekê banga alîkariyê û peydakirina cihên zarokên piçûk, dikin.

Remedan Mihemed jî ji koçberên Serêkaniyê ye îşaret bi êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê kir ku bi balafir û tankan êrişî bajarên ku şênî lê hene, dikirin û wiha da zanîn: "Tevahî çeteyên ku Erdogan piştevaniyê dike, li Serêkaniyê kom bûn û derheqê şêniyan komkujî pêk anîn."

Mihemed di dawiyê de wiha got, çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên sivîlan talan kirin. Hemû dewletên cîhanê pişta xwe da Kurda. Di vê derbarê de tekane daxwaze wa ew e ku li mal û xaka xwe vegerin û çeteyên Tirkiyê derbixin.

Zaroka bi navê Sîmav Ehmed ji koçberên Serêkaniyê ye wiha got: "Ji ber balafirên Erdogan em ji bajarên xwe koçber bûn. Em tiştekî naxwazin, tenê li bajar, mal û dibistanên xwe vegerin.

(eh)

ANHA