Rojnamevan Rûken Cemal: Metirsî li ser jiyana sivîlên ku nikarin ji gundan derkevin, heye

Rojnamevan Rûken Cemal got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li dijî gundewarên navçeya Zirganê didomînin. Her wiha tekez kir ku metirsî li ser jiyana sivîlan heye.

Rojnamevan Rûken Cemal: Metirsî li ser jiyana sivîlên ku nikarin ji gundan derkevin, heye
1 mijdar, 2019   11:03
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebheta El-Nusra û DAIŞ`ê ji duh ve bi tank û topan êrişî gundewarên navçeya Zirgan a girêdayî kantona Hesekê dikin. Şervanên QSD`ê di çaroçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dide.

Der barê geşedanên dawî li eniyên şer rojnamevan Rûken Cemal wiha got:"Îro 1`ê Mijdarê ye. Em li yek ji eniyên gundên navçeya Zirganê ne. Li vê eniyê li gundê Til Werid, Til Mihemed û Enîq El-Hewa ji duh ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebehet El-Nusra û DAIŞ`ê têne topbarankirin. Deverên ku sivîl têde dijîn têne hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê her tim li asîmanê herêmê digere."

Rûken destnîşan kir ku şervanên QSD`ê bersiva êrîşên dagirkeran dide. Li gorî agahiyan ku hejmareke mezin ji çeteyan hatin kuştin û erebe û alavên wan ên leşkerî hatin teqandin.

Rojnamevan Rûken Cemal tekez kir ku metirsî li ser jiyana sivîlan li gundên navçeya Zirganê hene û sivîl ji ber topbarana dijwar nikarin ji gundan derkevin.

(bx)

ANHA