Ji Hikmetyar heta El-Bexdadî heyraniya Erdogan a selefiyan

Tayyip Erdogan ji bo tolhildana qetilkirina lîderê DAIŞ’ê El-Bexdadî tehdîda “ketina Kobanê” dike. Kobanê bajarê ku tê de dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê rastî têkçunê hatîne.

Ji Hikmetyar heta El-Bexdadî heyraniya Erdogan a selefiyan
1 mijdar, 2019   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporên li Rojhilata Navîn qedera Erdogan û selefiyan dişibînin hev du. Qaşo “destkeftiyên” yekî weke “destkeftiyên” yê din in, windakirina yekî di heman demê de windakirina yê din jî, dinirxînin.

Di rastiyê de hezkirin û girêdayînbûna Erdogan a bi van çeteyan re ne nû ye.

Têkiliyên Hikmetyar û Erdogan

Yek ji van navan jî ‘terorîstê gerdunî’ serokê Hizb- El-Îslami yê Afganistanê Gulbedîn Hikmetyar e.

Wêneyê Erdogan ê sala 1993’an bi Gulbettin Hikmetyar re bi piranî hat nîqaşkirin.

Hatibû nirxandin ku wêneyê Hikmetyar di hevdîtineke xwe ya li Stenbolê de, hatiye kişandin. Li ser kursî Hikmetyar xuya dike li ber çokê wî jî Erdogan heye. Hikmetyar weke ‘qebeyê Kabilê’ tê zanîn.

Hikmetyar ê ku demekê serokwezîrî kiriye, Washingtonê weke “teroristê gerdûnê”  îlan kiriye.

Rêveberiya Erdogan jî dijberê DYA’yê Gulbedîn Hikmetyar ê alîkariyek baş dide çeteyên DAIŞ’ê ji lîsta terorê derxistiye. Destdanîna ser malê Hikmetyar jî rakir.

Têkiliya Erdogan û hikmetyar îdeolojîk e

Têkiliyên Erdogan ên bi rêxistinên îslamî re weke ‘aborî û îdeolojîk’ hatine nirxandin.

Bi vî awayî piştî wêneyê 1993’an, bi salan Erdogan careke dinê peyama hê li ber çokane da. Heyraniya xwe careke dinê jî pişrast kir.

Piştî ku Hikmetyar  hat girtin,  ewlehiyê bi fermana Erdogan ew ji Stenbolê bi balafira ambulansê şand tedawiyê jî û di nûçeyan de jî diyar dibe.

Têkiliya Hizb-El-Îslamî ya bi DAIŞ û El-Qaîdê re tê zanîn. Ji xwe kaxizên vê rêxistinê têra xwe bi karên nebaş dagirtine.

Qedexe û kuştin

Di sala 1992’an de bi êrişên roketan ên Hikmetyar re piraniya wan sivîl bûn, herî kêm 2 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da û milyonek mirov jî ji Kbailê koç bûn.

Ferman der barê jinên ku rûyê wan vekirî de da, ku bikujin. Temaşekirina TV û muzîkan jî hatin qedexekirin. Berpirsê kuştina bi hezaran mirov e.

Xwe gihand bi hezaran ciwanan û bi hinceta cîhadê şandin çar aliyên cîhanê.

Erdogan hevrêyên xwe Hikmetyar û El-Bexdadî diparêze

Di demên dawî de dihat zanîn ku Hikmetyar li nexweşxaneyeke Pakistanê tedawî dibe. Lê li gorî hinek îdîayan jî li nexweşxaneyek a Istenbolê dibin venêrîna Erdogan de tedawî dibe.

Navek dinê yê ku em carek dinê jî hîn bûn ku dibin venêrîna Erdogan de ye El-Bexdadî ye.

El-Bexdadî di mesafeya 5 km de ji Reyhanliyê dûr e û li cihê çavdêrên Tirkiyê, bi operasyoneke hevbeş a QSD û DYA’yê hat kuştin.

Ewqas nêzî sînorê tirkan û dibin çavdêriya wan de weke; “dewleta Tirk ji hebûna El-Bexdadî haydar e û heta parastina wî jî kiriye” tê şîrovekirin.

Li gorî hinek çavkaniyan jî El-Bexdadî hewl dida bireve aliyê Tirkiyê!

Dostaniya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de tu demê nehatiye veşartin.

Serokê berê yê DYA’yê Barack Obama, Wezîrê Berê yê Karên Derve yê DYA’yê John Kerry, nûnerê taybet ê DYA’yê yê berê yê li dijî DAIŞ’ê  Bertt McGurk, Rusya, Almanya, Fransa jî di navê de daxuyaniya nûnerên gelek dewletan li ser vê hevkariyê balkêş e.

Li gorî daneyên Conflict Armanent Research (CAR) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, dibin hemû çekên ku DAIŞ dixebitîne de îmzaya şîrketên tirkan heye.

Li gorî agahiyên ji rêveberê asta bilind ê DAIŞ’ê ku ji aliyê QSD’ê ve hatiye girtin, hîn zêdetir têkilî û hevkariya wan a bi hev re hatiye piştrastkirin.

ANHA