Dewriya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Rûsya bi dawî bû, artêşa Tirk beşdar nebû

Dewriya polîsên Rusya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriya xwe ya ji bajarê Qamişlo, ber bi Amûdê û Dirbêsiyê ve bi dawî kir. Dewleta Tirk beşdarî dewriyê nebû.

Dewriya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Rûsya bi dawî bû, artêşa Tirk beşdar nebû
30 cotmeh, 2019   10:49
QAMIŞLO

Li gorî hevpeymana ku duh li deriyê di navbera Dirbêsiyê û Tirkiyê de hate mohrkirin, dê îro dewriya rûsî-tirkî li seranserî sînor bigeryana.

Lê belê Tirkiyê li gorî hevpeyamê tevnegeriya, ji ber vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û polîsên Rûsya dest bi dewriyeke hevbeş ji bajarê Qamişlo ber bi navçeya Amûdê û navçeyê Dirbêsiyê kirin, paşê vegeriyan bajarê Qamişlo.

(eh)

ANHA