Meclisa Jinan a Adaleta Civakî:Divê kesên sûcên şer pêk anîne, werin ceza kirin

Meclisa Jinan a Adaleta Civakî ya herêma Efrînê bang li hemû rêxistinên navdewletî, NY û aliyên peywendîdar ên karûbarên jinan û zarokan kirin, ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku êrişên xwe li seranserî xaka Sûriyê rawestîne û garantiya vegera sivîlan li warên xwe bidin, her wiha banga cezakirina Tirkiyê der heqê sûcdariyên ku pêk anîne kirin.

Meclisa Jinan a Adaleta Civakî:Divê kesên sûcên şer pêk anîne, werin ceza kirin
30 cotmeh, 2019   11:55
ŞEHBA

Li pêşiya avahiya Dadgeha Civakî ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, Meclisa Jinan a Dadgeha Civakî ya herêma Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re dan.Daxuaynî bi beşdariya Mala Jinê, komîteya lihevanînê û dîwana adaletê hate hatin, jinan pankartên bi nivîsên"Em jinên Efrînê banga rizgarkirin û vegera li Efrînê dikin, nebin hevkarên dagirkeriya Tirkiyê"her wiha wêneyên qurbaniyên topbarana artêşa Tirk û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê dadgera dîwana adaletê Orîvan Silêman ve hate xwendin û wiha bû.

"Dewleta Tirk Efrîn a li Sûiyê û herêmên Bakur ên xaka Sûriyê dagir kir, lê belê hêj li ser hesabê xaka Sûriyê û bi îdîayên bêbingeh ên wekî parastina ewlehiya herêmê û bicihkirina koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Tirkiyê ne, serweriya xaka xwe zêdetir dike û bi van kiryaran zêdetirî 3 hezar kes neçar man ji malên xwe derbikevin.

Di 9/10/2019`an artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hemû çekên qedexekirî li dijî herêmên ku sivîl lê dimînin bi kar anî, her wiha di 16/10/2019`an êrişî bajarê Serêkaniyê kir û fosfora spî li dijî sivîlan bi kar anîn.

Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên navdewletî di serî de NY`yê dikin, ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku êrişên xwe li dijî xaka Sûriyê rawestîne, yekser garantiyê bidin welatiyên ku li warên xwe vegerin û dîlgirtiyan serbest berdin, di nav de şervana bi navê Çîçek Kobanê.

Di dawiyê de divê kesên sûcên şer û sûcên dermirovî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, di serî serokkomarê dewleta Tirk, wezîrê parastina wî û serçeteyên komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve, ku navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê li xwe kirine, werin ceza kirin."

Daxuyanî bi sloganên"Na ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA