Ciwanên Reqayê: Agirê ciwanan dê faşîzma Erdogan bişewitîne

Di bin dirûşmeya "Agirê ciwanan dê faşîzma Erdogan bişewitîne" ciwanên Reqayê duh meşeke meşleyan li dar xistin û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Ciwanên Reqayê: Agirê ciwanan dê faşîzma Erdogan bişewitîne
Ciwanên Reqayê: Agirê ciwanan dê faşîzma Erdogan bişewitîne
Ciwanên Reqayê: Agirê ciwanan dê faşîzma Erdogan bişewitîne
30 cotmeh, 2019   10:31
REQA

Meş li gundê Hikumiyê li bakurê Reqayê hate li darxistin, di meşê de sedan ciwanên Reqayê û gundewarên wê beşdar bûn û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, berz kirin.

Ciwan heta gundê Hezîmê ya 5 km dûrî Hikumiyê meşiyan, ciwanan dirûşmeyên silavkirina QSD`ê û berxwedana QSD`ê di Berxwedana Rûmetê qêriyan.

Gelek ciwanên Reqayê ji ANHA`yê re baweriya xwe bi QSD`ê û şikandina êrişên wan anîn ziman û diyar kirin ku hêza ku DAIŞ bidawî kir, çeteyên ku Tirkiyê wan bi peran dikre nikarin li pêşiya wan bisekinin.

Bi navê ciwanên Reqayê Fîras Mihemed axivî û wiha got: "Rejîma Tirkiyê bi rêya êrişên xwe yên dawîn, ji civaka navneteweyî re diyar kir ku ew hewl dide DAIŞ`ê bide vejandin, piştî têkbirina wê li ser destê QSD`ê."

Her wiha endamê buroya rêxistina ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Yeimen El-Omer axivî û da zanîn ku meşa şehîdan dê dewam bike û dê wan bigihîne armancên wan, ew jî azadî û avakirina civakeke demokratîk e, El-Omer şehîd Hevrîn Xelef bibîr anîn û ew weke çavkaniya ronahiyê û hêviyê binav kir.

Meş bi dirûşemyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û QSD`ê bidawî bû.

(jo)

ANHA