DAIŞ’iyên ku ji kampa Eny Îsa reviyane li ku ne?

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên bi navê qaşo Artêşa Netewî ya Sûriyê di 9’ê Cotmehê de êrIşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî armancên yekem ên êrîşan bûn.

DAIŞ’iyên ku ji kampa Eny Îsa reviyane li ku ne?
DAIŞ’iyên ku ji kampa Eny Îsa reviyane li ku ne?
DAIŞ’iyên ku ji kampa Eny Îsa reviyane li ku ne?
DAIŞ’iyên ku ji kampa Eny Îsa reviyane li ku ne?
30 cotmeh, 2019   05:35
NAVENDA NÛÇEAYAN

Dema ku artêşa Tirk a dagirker ev herêm dagir kirin, komên çete yên ku hevkariya wî kirin, bi navê Artêşa Neteweî ya Sûriyê ango Ceyş El-Wetenî Sûrî binav kir. Piraniya vê avabûna leşkerî kesên ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de, di nav DAIŞ û rêxistinên din ên tundraw de ne. Daxuyanî û kiryarên ku vê koma çete di dagirkirina Rojava de dikirin, pir vekirî didan diyarkirin ku, DAIŞ’ê tenê navê xwe guheriye. Ev kom bi cilên dewleta Tirk a endamê NATO’ê û di bin parastina wê de ne.

Tirkiye bi artêşek ku ji bermahiyên DAIŞ’ê ava kiriye, Rojavayê Kurdistanê dagir dike. Çeteyên ku ji DAIŞ’ê berhevkirî di bin navên cuda de, hewl dide ku axa Kurdistanê bide wan. Ji roja ku êrîşên 9’ê Cotmehê destpêkirine heya niha hat fêmkirin ku motivasyona van çeteyan ne tenê ax e. Di wateya rast de, di  armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku bi durşma “Xelefiyet didome” dagirkeriyê dimeşînin, ew e ku xwe bigihînin kampên DAIŞ’ê yên li herêmên cuda yên Rojava û malbatên xwe “xilas” bikin.

Ev rastî ji aliyê jinên DAIŞ’î yên li kampa Eyn Îsayê bi dimînin ve jî tê zanîn. Di rastiyê de jî ev dagirkerî wek hêviya jinûve avakirina Xîlafetê tê binavkirin.  Ji ber vê jî ji 9’ê Cotmehê ve roja destpêkirina êrîşan heya niha bûyerên li kampa Eyn Îsayê nerawestane. Destpêkê “serhildana” jinên DAIŞ’î, bi dehan caran hewldanên revê, hewlên şewitandina kampê û herî dawî jî di 13’ê Cotmehê de bi sedan malbatên çeteyan karîn ji kampê birevin.

Çima Eyn Îsa?

Eyn Îsa li aliyê rêya stratejik M4 ya ku herêmên Firat û Cizîrê bi hev ve girêdide, cih digre. Ji bo herdû herêm ji hev bên qutkirin, çeteyên “Artêşa Netewî ” ji 9’ê Cotmehê ve êrîşî vê rêyê dikin û dixwazin bixin di bin kontrola xwe de. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de bi rojan şerên giran li ser vê rêyê rû dan. Li rexma agirbesta di encama lihevkirinên DYA û Tirkiyê, heman demê de Rûsya û Tirkiyê de, çeteyan êrîşên li ser  rojavayê bajêr û qadên Girê Spî domandin.

Kampa ku 15500 kes lê dimînin: Eyn Îsa

Kampa Eyn Îsa dikeve bakur rojavayê bajarê Eyn Îsa û tenê çend km ji bajêr dûr e. Ev kamp di pêvajoya hemleya ku QSD û Koalisyonê li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin de, hat avakirin. Sivîlên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, jin û zarokên çeteyên  DAIŞ’ê, li vê kampê hatibûn bicihkirin. Heman demê de sivîlên ku ji zilma DAIŞ’ê ji Dêrazorê reviya bûn, xwe spartibûn kampê. Li gorî daxuyaniya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di Kanûna 2018’an de, bi giştî 15 hezar û 500 koçber li kampa Eyn Îsa diman. Hêzên Parastina Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser, kamp diparastin. Xizmetên mirovî û tendursitiyê ji aliyê rêxistinên sivîl ên biyanî û Rêveberiya Xweser ve dihatin pêşkêşkirin.

Li gorî daneyên meha Tîrmeha 2019’an ên di destê Meclisa Sivîl a Demokratîk a Reqayê de, hejmara  li kampê wiha ye;

12695 Sûrî

479 Iraqî

800 biyanî

Hejmara malbatan

2325 malbatên Sûrî

118 malbatên Iraqî

301 malbatên biyanî

Hêjmara kesan: 13992

Hêjmara malbatan: 2744

Yên ketine kampê: 115 malbatên Sûrî, 30 kes.

Yên ji kampê derketine: 146 malbatên Sûrî, 32 kes.

Mirî: 2 kes, Sûrî

Çadirên hatine vedan: 2800

6 lib salonên pêşwazîkirinê

Zarokên di kampê de hatine dine: 80

Ji Rêveberiya Xweser bangawazî

Rêveberiya Xweser di 13’ê Cotmehê de daxuyanî da û got: “Hinek jin û zarokên DAIŞ’î ji kampê reviyan e. Em bang li hemû dewletên di Lijneya Ewlehiyê ya NY de cih digirin, Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, Yekîtiya Ereban, Yekîtiya Ewropayê û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo krîzek neyê jiyîn, demildest mudaxele bikin.”

Rêxistinên alîkariya mirovî vekişîn

Piştî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker destpêkirin, gelek rêxistinên sivîl ên civakî ku ji bo alîkariya mirovî hatibûn Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihandin ku, bi hinceta “şer atmosfera xebatê ji holê rakiriye” xwe ji herêmê kişandin”. Yek ji van rêxistinan jî rêxistina Navnetewî ya tenduristiyê, Bijîşkên Sinornenas (MSF) bû. MSF’ê di 15’ê Cotmehê de diyar kir ku wan piştî êrîşên 9’ê Cotmehê xebatkarên xwe yên di projeyên qadan de ji Eyn Îsa, Hol, Girê Spî, Til Temir, Til Koçer, Kobanê û Reqa yê vekişandine.

 Li gorî daneyên fermî yên di destê rêveberiya kampa Eyn Îsa de, 895 jinên DAIŞ’î di kampê de bûn.

DAIŞ’îyên ku reviyane, xwe spartin herêmên ku Tirkiyê dagir kirine

Di 13’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bejahî û hewayî de êrîşî derdora kampa Eyn Îsayê kirin. Jinên DAIŞ’î yên di kampê de jî di wê demê de rabûn “serhildanê” û kamp dan ber agir. Wek li gor AFP û gelek ajansên din, jinên DAIŞ’î bi alîkariya çeteyên Tirk reviyan herêma Girê Spî ya ku dewleta Tirk dagir kiribû. Li gorî çavkaniyên herêmî, bi giştî 785 çete revîne. Hinek ji wan derbasî Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de bûne. Hinek ji wan jî yekser derbasî Tirkiyê bûne.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di rojên derbasbûyî de got “Hinek agahiyên ku dibêjin YPG’ê Tevgera Kaniya Aştiyê kiriye hincet, li hemberî pereyan DAIŞ’î serbest berdane tên bihîstin”. Çavuşoglu xwest bi van derewan, xwespartina DAIŞ’iyan a Tirkiyê û çeteyên wê veşêr e. Xwest bi van gotinan faliyetên alîkariya ku dane DAIŞ’iyan veşêr e.

Li herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de, bi giştî ji 46 welatan 2 hezar û 622 DAIŞ’î girtîne. Li gel wê jî ji 48 welatan di serî de endamên DAIŞ’ê û serçeteyê DAIŞ’ê bi giştî 790 –di nav de DAIŞ’iyên ji Sûriyê jî- hene.

(bm)

ANHA