‘Heger blokan ji bo çeteyan ava bikin em ê hilweşînin’

Çalakvanên ji Serêkaniyê helwesta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê diyar kirin û  gotin: “Em avakirina xaniyên TOKÎ yên ji bo çeteyan li Serêkaniyê qabûl nakin.”

‘Heger blokan ji bo çeteyan ava bikin em ê hilweşînin’
30 cotmeh, 2019   05:20
QAMIŞLO - MÛRADA KENDA – ŞÎNDA EKREM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 9‘ê Cotmehê, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hovanê destpê kir. Di êrîşan de teknîka herî pêşketî û çekên qedexekirî bi kar anîn. Di encama êrîşan de bi sedan sivîl şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn û pêla koçberiyê çêbû.  Heya roja me ya îro jî li dijî dagirkeriya hovanê çalakî û berxwedaniya gelê herêmê berdewam dikin.

Çalakvanên ji Serêkaniyê ku li bajarê Qamişlo kon vedane nêrînên xwe tekildarî berxwedan û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê ji me re parve kirin.

‘Wê gelê Erdogan li ber lingan here’

Feysel Ibrahîm Elo ji bajarê Serêkaniyê ye ku di êrîşan de encama hedefgirtina sivîlan neçar ma ji ware xwe derbikeve. Feysel niha di bin konê çalakiyê de berwedana xwe berdewam dike û dibeje: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê ev sê carin bi awayekî dij mirovahiyê êrîşî me dike.  Jin, zarok, ciwan, pîr û kalên me bi zanebûn hatin hedefgirtin. Erd û xaniyên me talan dike. Erdogan dibejê terorîst hene’ derewa dike. Ji bo tinekirina gelê Kurd êrîşî me dike. Erdogan dijminê pîr û kalen me ye û nabe dost. Li dijî Îslamiyêtê şer dikin û Erdogan henekên xwe li xwedê û peyxember dike. Heger Erdogan bi wî awayî tevbigere wê gelê wî ber lingan herê û wê talan bibe. Heger dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê ji warên me dernekevin em jî Îstanbûl û Enqerê ji wan re bikin ceheneme.” 

‘Heger blokan ji bo çeteyan ava bikin em ê hilweşînin’

“Ev koçberên ku dibejin em ê li Serêkaniyê bi cîh bikin hemû heval û çeteyên Erdogan in. Ev ne ji bajarê Serêkaniyê ne. Heger ji bo çeteyan li warê me blokan ava bikin em soz dikin ku blokan ser wan de hilweşînin. Em Serêkaniyê ji wan re nahelin. Wê her berxwedaniya me berdewam bike heya em warê xwe rizgar bikin.”  

‘Li dijî armanc û planan divê em bibin yek’

Selwa Ehmed jî destnîşan kir ku heya vegera Serêkaniyê wê li berxwe bidin û got: “Talankirin û werandkirina dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê li gel wa namîne. Ji bo parastina erdê xwe çawa me li serêkaniyê li berxwedanek dîrokî pêk anî wê bi wî rengî jî heya serkeftinê berdewam bike. Ewqas li warê me de bi cîh bûne, raya giştî li kuderê ye? Em rojanê bang dikin û tu kes banga me bi cîh nayîne. Mafê mirovan çima denge me nake? Em Kurdin lê destpêkê em mirovin. Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen hemû din av biratiya gelan de li Serêkaniyê dijîn. Niha bila herin rewşa Serêkaniyê bibînin û ew kiryarên ku li dijî mirovahiyê pêk tên bila temaşe bikin û bejin çi sîstem ji bo mirovahiyê ye. Yek armanca dewleta Tirk a dagirker heye ew jî qîrkirina gelê Kurdan e. Li dijî wan armanc û planên qirêj divê em bibin yek dest û yekîtiya xwe ava bikin. Bi sekna xwe em ê Erdogan qirbikin. Em pişta xwe ne Amerîka ne jî Rûsya xûrt dikin. Pişta xwe bi hêza leşkeri QSD û vîna gelê xwe xûrt dikin. Di wan êrîşan de êdî hebûn û tinebûna me diyar bibe. Wê vîna me bi ser bikeve û em tu carî tine nabin. Heya mafê me yên Kurdan bê dîtin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

ANHA