ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30. 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30. 10. 2019
30 cotmeh, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Efrînê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina lîstina bi cenazeya şehîdan û dîlgirtina şervanana YPJ‘ê Çîçek Kobanê meşekê lidar dixin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 10:00, her wiha ji malbatên şehîdan re sersaxî tê xwestin, saet 15:00. Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîmê xiyabî yê du şehîdên Berxwedana Rûmetê lidar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku koçberî bajarê Qamişlo bûne di roja duyemîn de li ber avahiya Konseya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Di dibistaneke bajarê Hesekê de zarokeke ku bi malbata xwe re ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçber bûye dibêje: "Ez dixwazin ji cîhanê re bêjim, Erdogan kesekî ne baş e û armanca wî malan wêran bike, sivîlan qetil bike û milkên xelkê talan bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derdora 300 hezar şêniyên herêma Serêkaniyê koçber bûne û di dibistanên Hesekê de hatine bi cihkirin, çavên wan li vegera warê wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çalakvanên ji Serêkaniyê helwesta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê diyar kirin û  gotin: “Em avakirina xaniyên TOKÎ yên ji bo çeteyan li Serêkaniyê qabûl nakin.” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina lîstina bi cenazeya şehîdan û dîlgirtina şervanana YPJ‘ê Çîçek Kobanê meşekê lidar dixin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Kongreya Star li navçeya Til Temirê dest bi amadekirina xwarinê ji bo koçberan kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a li bajarê Hesekê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşekê lidar dixin, meş ji ber Çerxerêya Sînalko dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên bi navê qaşo Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî armancên yekem ên êrîşan bûn. Armanca dagirkirina herdû bajaran, herêmên Cizîr û Firatê ji hev qutkirin, piştî herêma Cizîrê, herêma Firatê û paşê jî rêya M4 heya Helebê xistina di bin kontrolê de bû. (BI WÊNE)

ANHA