Kongresê qanûna ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê erê kir

Kongresa Amerîkayê bi piraniya endamên xwe biryara ceze li Tirkiyê werin birîn erê kir,  ji ber êrişên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Kongresê qanûna ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê erê kir
29 cotmeh, 2019   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

403 parlamenter li beramberî 16 parlamenter, qanûn erê kirin. Qanûn bang li serokê amerîkî dike ku cezayan li ser rayedarên dewleta  Tirk ferz bike.

Parlamenterên partiya demokratîk xwedî gelek parlamenterên partiya komarger piştgirî dan biryarê.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, bi hezaran sivîl dan koçberkirin, komkujî der heqê sivîlan de pêk anîn û binesaziya herêmê wêran kirin.

(şx)

ANHA