Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir û nasnameya şehîdek din eşkere kir

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Beşar El-Cewher li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir, nasnameya şehîd Emel Ferhan ragihand û şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî.

Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir û nasnameya şehîdek din eşkere kir
29 cotmeh, 2019   21:24
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyê şehîd Beşar (Aldar Hesekê) yê ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûye ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Paşê hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî El-Hewalê û Hêzên Leşkerî  Şiyar Hesekê axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û  teqez kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan şêniyên herêmê di nav ewlehiyê de ne.

Axaftvanan destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demografiya herêmê, talankirina milkên şêniyan û dîlgirtina sivîla ji bo wergirtina fîdayayan êrişî herêmê dikin.

Bi navê hêzên leşkerî Şiyar Hesekê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre wîsqeyên şehadeta şehîdan ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan kir.

Di merasîmê de nasnameya şehîd Emel Ferhan (Zîlan Bêrîtan) a ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûye hate eşkerekirin.

Piştre 107 şehîdên meha Cotmehê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne hate lidarxistin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê de hate veşartin.

(şx)

ANHA